Hopkins: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 88 Mîlyonan derbas kir

Hopkins: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 88 Mîlyonan derbas kir

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 88 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 88,060,409 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 21,5 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,898,755 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 365,317 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 200,498 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 96,484 kes bi vîrusa korona ketine û 4,788 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin