”Hollanda bêrîka wan a darikê dirana ye!”

”Hollanda bêrîka wan a darikê dirana ye!”

Kahraman, serokwezîrê Hollandayê bi faşîstiyê îtham dike; lê ew bi gotinên xwe xwe tarîf dike..

A+A-

Ka li van gotinên serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Ismaîl Kahraman binêrin ji bo serokwezîr Hollandayê çi dibêje. Kahraman, serokwezîrê Hollandayê bi faşîstiyê îtham dike; lê ew bi gotinên xwe xwe tarîf dike…

”Hollanda… serokwezîrekî wan heye; Rutte ye ya Hîtler e? Ya Benito ye, Benito Mussolini?. Ya Franco Rutte ye.?  Ji bo roja çarçembê hilbijartin heye sûd jê werbigrin, weha dikin ..heyf… Hollanda bêrika me ya darikê dirana ye. 41 hezar kîlometre çargoşe, heta hin piçûktir yanî ji bajarê Konyayê piçûktir. Hûn kî ne yanî? Hûn nikarin pêşketina me asteng bikin? We heta niha astengê dernexist çima niha derdixin? Karkirên me yên li Ewrûpayê dijîn bi rûh û şiûra xwe ya millî dê helwesta xwe nîşan bidin; reyên wan çi dibe bila bibe; ew divê helwestekê xurt nîşan bidin û dê bidin jî… Û emê ruhê xwe yên milî yê 15ê Tîrmehê û 7ê Tebaxê bi hev re bidin jiyandin….”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin