“Hodrî meydan, ka kî kê diqewirîne!”

“Hodrî meydan, ka kî kê diqewirîne!”

Di bin seroktîya M. Hakan Semercî partîyeka nû bi navê "Yekîtiya Otuken" hatîye damezirandin ku bi temamî li ser nijadperestîya tirk û tirkçîtiyê ye.

A+A-

Li gorî nûçeya Nergis Demîrkaya ya malpera Duvar di bin seroktîya M. Hakan Semercî  partîyeka nû bi navê "Yekîtiya Otuken" hatîye damezirandin ku bi temamî li ser nijadperestîya  tirk û tirkçîtiyê û divê xwîna wan tirk be.

 Li gorî programa partîyê; yên  eslê û feslê wan tirk in dê di meclîsê de cî bigrin û siyaseta tirkiyeyê bimeşînin; di meqamên dewletê de kesên ne bi şiûra tirkiçîtiyê ne dê cî nestînin; polis û leşker bitenê tirk bin û divê bi biyanîyan re nezewicin. Miltecîyên ku bûne welatiyên tirkîyê dê ji welatiyê derxin û wan bişîinin welatê wan.

Wek dihê gotin; Otuken di dîroka tirk, Mongolan de paytaxa pîroz e, ku tirk ji li wê li dinayayê belav bûne. Partîya Yekîtîya Otukan yekîtiya hemû tirkan diparêzê û Serokê partiyê  Mehmet Hakan Semercî  berê serokê şaxa Kadikoyê/Stenbol yê HEPARê bûye ku ev partî ji alîyê generalê Tirk Tumgeneral Osman Pamukoglu ve hatibû avakirin.

Hêjayê gotinê ye di sala 1967ê de bi navê Otuken kovarekê ji aliyê nijadperestî tirk Nihal Adsiz ve dihat derxistin û di hejmarêka xwe de nivîsandibû û gotibû; "Tirkiye welatê  tirkan e, kurd divê ji welatê wan derkevin û kuda diçin bila biçin, karin serî li Koma Miletan bixin, karin herin Afrîkayê bi cî bibin."Xwendekarên Kurd yên li Enqerê li hember vê bi navê, “Hodrî meydan, ka kî kê diqewirîne!”beyanekê li dijî nivîsê belav kiribû û olan dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin