Hîwa Ehmed Mistefa: PDK dê serdana YNKê û hemû partiyên Kurdistanê bike

Hîwa Ehmed Mistefa: PDK dê serdana YNKê û hemû partiyên Kurdistanê bike

.

A+A-

Endamê polîtburoya PDKê Hîwa Ehmed Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di yekem civîna Komîteya Navendî ya PDKê ya bi Serok Mesûd Barzanî pêkhat de, yek ji biryaran ew bû ku bi armanca xizmeta xelkê Kurdistanê hewlbidin yekrêzî ya Kurdistanê bihêz bikin. Ev yek wek PDK jî li ser milê me ye û erkê ser milê xwe em dizanin, ku piştî kongreyê dest bi gerekî gotûbêjan bikin li gel hemû partiyan. Bi taybet li gel YNKê. Ji bo ku eger her pirsgirêkek hebe bê çareser kirin. Ey yek dê hêz bide me ku em yekgirtî bin û berjewendiya hemû aliyan jî têde ye.’’

Herwaha got: Heftiya bê emê dest bi bernameya gotûbêjan bikin û hejmara endaman û navê endaman ji bo wan gotûbêjan dê bê diyar kirin û li gel hemû partî û aliyên siyasî emê bicivin. Em hemû hevbeşin li Kurdistanê û çarenivîsa me yek e û serkeftina me jî serkeftina hemû xelkê Kurdistanê ye.’’

Hîwa Ehmed Mistefa got: ‘’Piştî kongreyê emê nêrîn û armanca PDKê bo aliyan ronî bikin û niyet û çareseriya rewşê jî aşkera bikin. PDK dixwaze li ge hemû alî û hêzên Kurdistanê pêwendiyên wê baş be û baweriya me ew e divê Kurdistan bihêz be û ew xalên dibin sedemê lewaziya Kurdistanê nehêlin û rûpelekî nû li gel hemû partiyan vekin.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin