Hîvron ji bo bîranîna Tahîr Elçî klîbek çêkir

Hîvron ji bo bîranîna Tahîr Elçî klîbek çêkir

Hunermend Hîvron, helbesta Turkan Elçî ya bi sernavê "Jaro" ku ji bo hevjînê xwe Tahir Elçî yê hatibû kuştin nivsandibû kir stran.

A+A-


Hunermend Hîvron, helbesta Turkan Elçî ya bi sernavê "Jaro" ku ji bo hevjînê xwe Tahir Elçî yê hatibû kuştin nivsandibû kir stran.
Hunermend Hîvron, helbesta "Jaro" ya Turkan Elçî ku ji bo hevjînê xwe Tahir Elçî yê hat qetilkirin kir sitran û klîbek amade kir.


 Jaro


 Jaro Memo Mem yar e
Cudî buhar e
Can li ser teneşîrê sar e
Bi çûndina te her roj mijdar e
Gelo çima
Bajar di xewa kûr de xewar e
Jaro
Jiyan her tim li me bêsihar e
Memo Mem yar e
Cûdî payîz e
Payîz zer e
Bi çûndina te hinara rengîn
Erd û ezman jar e
Emir li me yek car e
Mixabin nabe dubar e
Memo Mem yar e
Kolan tarî û kevnar e
Şev tarî, bi dizî were
Te digot can li ser tenaşîrê sar e
Rih sar e
Can sar e
Ezbenî rabe sir û seqem e
Îsal ferman li me zor kîndar e.


Parêzer Tahîr Elçî dema Serokê Baroya Amedê bû roja 28ê Mijdara 2015an de li ber Minareya Çarling a Amedê dema daxuyaniyeke li dijî şerê PKKê û dewletê dida hatibû kuştin. Heta niha jî kujerên Elçî nehatine eşkerekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin