Hiqûqnas: Lêpirsîna îstîxbarî bo namzetan ne yasayî ye

Hiqûqnas: Lêpirsîna îstîxbarî bo namzetan ne yasayî ye

Serokomarê Tirkiye Receb Tayyîb Erdoganî çend roj berê ragihandibû ku bo hemû namzedên xwe lêpirsîna GBTê ji MÎT û Emniyetê re daye kirin. Hiqûqnas jî dibêjin ev sepandineke neyasayî ye.

A+A-

Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AK Partiyê Receb Tayyîb Erdoganî çend roj berê li Orduyê gotibû "Li Navenda partiya me, hemû namzetên ku hatine ber me, çi bi MÎTê çi bi Emniyetê, ji serî heta binî me lêpirsîn daye kirin."

Ev yek bû cihê nîqaşê ku çespandineke bi vî awayî ne guncanî destûrê ye û sûc e.

Cîgirê Berê yê Şêwirmendê MÎTê Cevat Oneşî got, berê sepandineke wisa ya MÎTê tune bû ku MÎT li ser namzetên siyasî lêpirsînê bike û lêkolîneke bi vî rengî li gor hiqûqê ne pêkan e. Oneş herwiha da zanîn ku çima ku vê derfeta han nadin partiyên opozîsyonê, li gorî rêzika wekheviyê jî nîne.

Hiqûqnas İlhan Cihaner jî dibêje lêpirsîna ewlhiyê ya li ser namzeteke siyasî ji aliyê MÎTê ve, çespandineke li dijî destûr û yasayan e û sûc e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin