Hindistan: Di rojekê de 3 hezar û 438 kesên din ji koronayê mirin

Hindistan: Di rojekê de 3 hezar û 438 kesên din ji koronayê mirin

.

A+A-


 Li welatê Hindistanê nexweşiya vîrusa koronayê Covid-19 gihîştiye asta karesateke mezin a mirovî, di 24 saetên dawî de 3 hezar û 438 kesên din pê mirin.

Li gorî amarên 24 saetên borî 355 hezar û 828 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 hezar û 438 kes jî mirin.

Li Hindistanê ku êdî tenduristiya welat têk çûye, hejmara pêketiyan 20 mîlyon kesan derbas kir û heta niha 222 hezar û 408 kes jî bi koronayê mirine.

Li gorî Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) cografyaya Hindistanê vîrûsê bêhtir vedigirîne û dibe sedema nexweşiyeke giran ku bandora derzîkrina dijî vîrûsê jî kêmtir dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin