Hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê dest pê kir

Hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê dest pê kir

Hinardekirina petrola Kerkûkê bo Tirkiyê bi rêya boriya Kurdistanê dest pê kir.

A+A-

Hate ragihandin ku hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê kir.

 

 Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê, Asim Cîhad got: “Rojane di navbera 50 hezar heta 100 hezar bermîlên petrola Kerkûkê dê bi rêya boriya petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê were hinardekirin.”

 

Ev demek bû ku li ser destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrolê ya Kurdistanê bo Tirkiyê, her du aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin