Hinardeya petrola Îranê bo Çînê daketiye

Hinardeya petrola Îranê bo Çînê daketiye

Îranê ragihand, tevî sizayên Amerîkayê, hinardekirina petrola wî welatî bo Çînê berdewam e, lê belê ji meha Hezîran a îsal ve (meha 6) rêjeya wê bi qasî %60 daketiye û niha rojane tenê 208 hezar bermîlên petrolê hinardeyî wî welatî dike.

A+A-

Îranê ragihand, tevî sizayên Amerîkayê, hinardekirina petrola wî welatî bo Çînê berdewam e, lê belê ji meha Hezîran a îsal ve (meha 6) rêjeya wê bi qasî %60 daketiye û niha rojane tenê 208 hezar bermîlên petrolê hinardeyî wî welatî dike.

 

Amerîkayê ji destpêka meha Gulana îsal ve dawî li efûkirina hin welatên bikirrên petrola Îranê anî û sizayên li ser Tehranê tundtir kir.

 

Tevî tundtirkirina ceza û dorpêçên li ser Îranê û gefên Amerîkayê ku ragihandiye, dê wan welat û aliyan ceza bike ku petrola Îranê bikirin, lê belê Çîn hêj jî ji Îranê petrolê dikire.

 

Li gor datayên ku derbarê hinardekirina petrola Îranê de hatine belavkirin, di meha şeş a îsal de 670 hezar ton petrola Îranê li Tianjin a li bakurê Çînê hatiye valakirin. Herwiha 163 hezar ton jî li Jinzhou li bakurê rojhilatê Çînê hatiye valakirin.

 

Di vê mehê de jî (Tîrmeh) 430 hezar ton petrola Îranê li benderên Jinzhou û Huizhou li başûrê Çînê hatiye valakirin.

 

Li wan hersê bajarên Çînê ku petrola Îranê lê hatiye valakirin, kompaniyên mezin ê çînî yên petrolê xwedî parzûngehên petrolê ne. Herwiha li wan bajaran petrola yedek a Çînê tê depokirin.

 

Tevî ku hatiye zanîn ku Çîn hêj li ser kirîna petrola Îranê berdewam e, lê belê hêj nediyar e ku kîjan kompaniyê ji Îranê petrol kirriye û kî xwediyê wan kompaniyan e.

 

Piştî sizayên Amerîkayê yên bo ser Îranê, valahiya bazarê ya ji ber pişka Îranê, ji aliyê Erebistana Siûdiyê û Rûsyayê ve hatiye tejîkirin.

 

Di meha şeşan dem Siûdiyê rojane 1 milyon û 880 hezar bermîlên petrolê hinardeyî Çînê kiriye û kariye bikeve pêşiya Rûsyayê. Di heman mehê de, Rûsyayê rojane 1 milyon û 740 hezar bermîlên petrolê hinardeyî Çînê kiriye.

 

Çînê herwiha rojane 516 hezar bermîlên petrolê ji Amerîkayê kirriye, tevî ku şerê bazirganî di navbera herdu welatan de berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin