Hîn Xwîn Diherike Ji Halebçeya Şehîd

Hîn Xwîn Diherike Ji Halebçeya Şehîd

Baran Hemze nivîsî...

A+A-

16ê Adarê careke din balafirên şer mirin rijand li ser Kurdan, 'zarok bangî dayikên xwe dikirin, 'dayê behna sêva tê' dagirkerên Kurdistanê sê saet bi gaza kîmyawî mirin barandin li ser bajarê Halebçê.

6,357 zar, jin kal û pîr di deştan da Şehîd ketin, her yek bû birîneke bê derman di dilê Kurdistanîyan de. 14.765 kes bi giranî birîndar bûn, li gorî rapora WHOyê heya îro 43.753 kes ji bomberana kîmyawî miriye û 61.200 kes seqet man.

Ji zanîngeha bajarê Silêmanî Prof.Dr. Fuat Baban, di 07.12.2002an de nivîsek li  rojnameya 'The Sydney Herald ' nivisand û wîsa digot 'li Halebçeya Şehîd, zarokên ji dayik dibin beramberî Hîroşîma û Nagasakî 4-5 kat zêdetir seqet tên dinê' Îro jî tesîra kîmyabarana li ser bajarê Halebçe xuya dike lê ew dem Amrîkî bi şêweyek wê qetlîamê hez dikir pîne bike. Qetlîama Halebça berdewam û encamê jenosîda Enfale.

Piştî kîmyabarana Halebçeya Şehîd, 21ê Adarê cara yekem berî hemû kesî rojnamevan Ramazan Oztûrk wisa nivisandibû: "Kolanên Halebçe bi bedenên zarokan tijî bû, li zevîyan, dêlva şînahîyê bedenên dayik, zarok, kal û pîran hebû"

Belê, birîna Halebçeya Şehîd divê tu caran cebar nebe, biêşe, xwîn jê were da ku em jibîr nekin. Em jibîr nekin ku dijminê neteweya Kurd çendîn zalim, bêbext û wehş in. Jibîr nekin tu caran, heger hêzê Kurdistanê bi rêkûpêk nebe herdem li pêşîya me qetlîam heye. Ma Enfal ne encama têkçûna berxwedana 1975an e.

Peymana Cezayîrê di eynî wextê de destpêka Enfalê, valakirina gund u bajarokên Kurdistanê ye. Tunekirina netaweya Kurd e. Halebça qêrîna zarokên Kurdistanê ye, rûreşîya dagirkeran û hemû dinê ye. Welatên Rojava û dewleta Amrîkî di dereca yekemîn de berpirsîyarên wê qetlîaman in. Bila hîn xwîn biherike da ku em bizanibin bê hêz û bê dewletbûn, tiştê bê serê me tenya qetlîam û jenosîd e.

Îro jî li Kurdistanê ceribandina qetlîama Kurdan berdewam e, li Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê, li Başûrê Kurdistanê li qeza Şingalê mînakên herî teze ne.

Hinek zarokên me li ber pêsîra dayîka xwe,  tevlî karvanê şehîdan bûn. Bav xwe avêtin ser zarokên xwe lê nikarîbûn şerê kîmyebaranê bikin, bedenên zarokên xwe yên bêcan hembêz kirin, mirin, bûn qêrîna bêdeng li dinê. Ji bo careke din Halebçeyên din çênebin divê em bibin yek û bibin dewlet, an herdem li pêşîya me qetlîam û jenosîd dê hebin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin