Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Hin kes vedigerin xeyal û dinya xwe ya piçûk (1)

A+A-

Miletê Kurd berbi xeyalên mezin dimeşe...

Mixabin li bakûrê Kurdistanê hin kes vedigerin xeyal û dinya xwe ya bicuk

Herkes bi gilî û gazince, tu kes ji halê xwe ne memnûne.

Lê çi heyfe ku di pratikê de em wek alîgirên du taximên dijber-dijmin tevdigerin.

Rast e em du taxim in…

Rast e serokê tîma li hemberî me tevî hin listikvanên xwe di “ligek “din de  gogê dilizin.

Gavek hin pêş de heta kare/karin “şike ji bikin.”

Dibê em ji bir nekin ku em du taximên ku temaşevanên wan yek in.

Rê û hedefên me çiqas rast dibe bila bibe vê gave çepikvan û temaşevanên wan hin bêtirin.

Ya gring em xwe  xwediyê avakirina tima neteweyî dibinin.Dibê em jibir nekin ku avakirin û serkeftina tîma neteweyî ji şertê dijwar derbas dibe, dive tîma me herkesî hembêz bike.…

Di rewşên awarte de heger teahamûla me ji telefon kirin xanima Serokê Partiyeka legal re tune be, em nikarin tima neteweyî ava bikin.

Siyaset ew e ku wexta li cihekî, neheqî û zilim hebe dive mirov li hemberî wê zilm û neheqiyê helwest bigre.

Kesek, partiyek ku fikrên me neyek bin ji wexta rasti neheqi û kiryarek ne demokratik werin dive mirov wê neheqiyê şermezar bike.

Tehamûla me êdi ji daxuyana ku helwesta dewletê şermezar dike nemaye. Mohr di dest me de ye.”Hun xwînê didin wan”

Bi vê siyasetê em nikarin temaşevanê di turbuna din de cih digrin qezenç bikin.

Li dijî zilmê derketin  û li ali mafê mirovan helwest girtin yek ji kriterê  însaniye

Taxima me û taxim wan…

Dibê em jibir nekin taximên me ji di nav xwe de ne xwedî helwestek mûşterekin.

Yên dibên taxima min “Komara Demokratik” diparêze rastî ixaneta demokrasiya serdestan bû vê gave ew ji di nav muhasebaki de ne…Girse û irada siyasi li hev nakin.

Yên dibên taxima min “Federasyon, konfederasyon,serxwebûnê” diparêzin di nav xwe de ne homjen in…

Zilm û dengê tanqan berê xwe daye welatê me. Niha bi “Komara Demokratik”  mijul in…Kalekî 74 salî yê wek Ahmet Tûrk ji davêjin hundir.Ewê pişti wê dor were  kê emê bibinin...

Em û ew..

 “yên bi tekoşina sivil û demokratik ji Kurdistanê re Federasyon, Konfederasyon û sexwebûnê dixwazin…”

û

”“Yên jibo Demokratizekirina Tirkyeyê”şerê çekdariyê diparêzin “

Ev dijberî, “ev agira ewê me hemûyan bişewitine.”

Hasasiyeta li hemberî “istismara Cinsî-zewaca kesên ku emrê wan bicuke” li hemberî girtina kesên ku wekî me nafikirin nişan nadin.

Xweşbiniya li hemberî cepekî tirk nişanî kurdekî statu parêz nadin.

Heyfe…

Kriterê demokrasiyê

Kriterên mafê mirovan

Kriterên li diji zilmê derketinê heye

Em karin li gel rêbaza çareseriyek bin, em karin di gelek waran de ji hev cuda ji bifikirin ev tişteka xwezayi ye. Dibê em maf û berjewendiya  welatê xwe di bin siya siyaseta teng û xeyalên bicûk ne fetisinin.

Têkcuyina aliyek nabe sedema serkeftina aliyekî din.

Em û ew…

Vatiniya siyasetmedaran û partiyan ew e ku li gor şert û mercên welatê xwe nirxandinên realist bikin û li gor wê taktik û hedefan deynin pêş xwe.

Wexta di rewşên awarte de hun li wan xwedî derkevin karin dev ji xeletiyên xwe berdin,werin ser xeta mili.

Bi ya min ya heri gring dijberên me yên siyasî karin xeletiyê bikin,dive em bi rexnên xwe yên avakar deriya vekirî bihêlin. Ji “diyalogê” netirsin û  empatiyê deynin.26.11.2016 Sirac Kirici

Önceki ve Sonraki Yazılar