Hilbijartinên serokatiya Sûriyê îro destpê kir

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê îro destpê kir

.

A+A-

 Îro ji demjimê 7:00 sibehê ve proseya dengdanê di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de, li zêdetirî 12 hezar navendên hilbijartinê li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de destpê kir.

Dengdan dê heta demjimêr 19:00 êvara îro berdewam be û piştre dê deriyên navendên hilbijartinê û sindoqên dengdanê bêne girtin.

Wezîrê Navxwe yê Sûriyê, Lîwa Mihemed Rehmûn ragihand, ku dengdan li 12 hezar û 102 navendan, li hemû parzêgehan birêve diçe.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Sûriyê got, hejmara kesên ku mafê wan ê dengdanê di van hilbijartinan de heye, bêhtir ji 18 milyon kesî ye, ku li hundir û li derveyî Sûriyê hatine tomarkirin.

Rêveberiya Xweser pêştir ragihandibû ku ew rê nadin ew hilbijartin li navçeyên di jêr kontrola wan de bên lidarxistin. Tevahiya hêzên Kurdî û ji wan jî ENKS, PYNK û MSD ragihandine, ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê ne qanûnî û ne rewa ne û ew beşdariyê têde nakin.

Berpirsên HSDê û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ku ew rê bi lidarxistina wan hilbijartinan li navçeyên di jêr desthilata xwe de nadin. Her di wê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser duh bi biryarekê tevahiya sînorên xwe yên li gel hikûmeta Sûriyê girtin.

Herwiha hilbijartin li navçeyên di jêr kontrola opozisyona Sûriyê, Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de jî nayê sazkirin. Li navçeya Tenef jî ku di kontrola hêzên Amerîkayê de ye, hilbijartin birêve naçe.

Serokê Detpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê û endamê berê yê perlamentoya Sûriyê Omer Osê ji Rûdaw re got, ku hilibijartinên Sûriyê destûrî ne, û ew ji bo ku valahiyek destûrî li Sûriyê çê nebe, têne kirin.

Omer Osê tevgera Kurdî ji ber beşdarnebûna di hilbijartinan de rexne kir û got, ku ji bo çi kurdên parçeyên din yên Kurdistanê beşdarî hilbijartinan dibin, û kurdên Sûriyê beşdar nebin.

Ji 10ê vê meha Gulanê ve, Dadgeha Destûrî ya Bilind lîsteya berbijêran ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê ragihandibû. Tevî serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, du berbijêrên din bi navê Mehmûd Merhî û Ebdullah Selûm Ebdullah rikeberiyê li ser bidestxistina posta Serokkomariya Sûriyê dikin.

Pêştir di 20ê Gulanê de hilbijartinên serokatiya Sûriyê li derveyî welat hatibû pêkanîn û doh Wezîrê Derve yê wî welatî Fêysel Miqdad, roja Yekşemê encamên hilbijartinan yên li derveyî welat radestî komîteya dadwerî ya bilind kiribû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin