Hilbijartinên Îsraîlê: Netanyahu û hevrikê wî yeksan in

Hilbijartinên Îsraîlê: Netanyahu û hevrikê wî yeksan in

Di hilbijartina Parlamentoya Îsraîlê de, hejmara kursiyên Partiya Likud a Benjamin Netanyahu û Hevpeymaniya Şîn û Spî ya nerm wek hev in.

A+A-

Li gor rojnameya Haaretz a Îsraîlî, piştî cudakirina zêdetir ji sedî 92ê dengan, Partiya Likud a rast 32 kursiyên parlamentoyê bidest xistine û Hevpeymaniya Şîn û Spî ya nerm jî bi heman awayî 32 kursî bidest xistine.

Lîsteya Hevbeş a Erebî 12 kursî bidest xistine, Partiya Îsraîl mala Me ye, Partiya Konservatîv a rast bi serokatiya Ivigdor Liberman 9 kursiyên parlamentoyê bidest xistine. Hevdem Partiya Şas, partiya herî rastrew a Îsraîlê 9 kursî, Partiya Yekîtiya Tewrata Cihûyan 8 kursî, Yamine ya rastrew 7 kursî, Partiya Kar, Partiya Sosyal Demokrat 6 kursî û Partiya Yekîtiya Demokrat a nerm 5 kursî bidest xistine.

Ti partiyekê heta niha nekariye piraniya parlamentoyê bidest bixe ku 61 kursî ne, bi vî awayî jî tê pêşbînîkirin ku pêkanîna hikûmeta nû ya Îsraîlê hinekî dirêj bibe.

Di demekê de ku Avigdor Liberman ragihandibû ku baştirîn çareserî bo Îsraîlê pêkanîna hikûmeteke yekgirtî ye ku hersê aliyên serekî yên wî welatî li xwe bigire, ku ew jî ew partî ne; Îsraîl Mala Me ye, Partiya Likud û Hevpeymaniya Şîn û Spî.

Lê Netanyahu piştî girtina navendên dengdanê, ragihandibû ku li benda wê yekê ye hikûmeteke siyonîst pêk bîne wek amajeyekê bo rêkeftin û pêkanîna hevpeymaniyê ligel partiyên herî rastrew.

Eşkerebûna van encaman piştî rapirsiyeke Kanala 12 ya Îsraîlê tê ku piştî girtina navendên dengdanê kiribû û têde pêşbînî hatibû kirin ku ji 120 kursiyên parlamentoyê, Hevpeymaniya Şîn û Spî 32 heta 34 kursî û Partiya Likud 30 heta 32 kursiyan bidest bixe.

Ji bo nûçeya bi tirkî bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin