Hilbijartinên giştî li Îsraîlê têne dubarekirin

Hilbijartinên giştî li Îsraîlê têne dubarekirin

Biryar e 17ê vê mehê hilbijartinên parlamentoya Israîlê bê dubarekirin û îro jî, roja dawiye bo kempeyna helbijartinan bû.

A+A-

Nîsana îsal hilbijartina giştî li Israîlê birêve çû, lê ti partiyekê nikarîbû piraniya kursiyan bidest bixe û hikûmetê pêk bîne. Vê yekê jî wiha kir, hikûmet bi awayekî demkî pêk bê, û careka din hilbijartin bê kirin.

 

Serokê Partiya Lekûd û Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu çavê wî lê ye vê hilbijartinê bibe û soz daye xelkê Israîlê, eger bibe serokwezîr, serweriya hikûmeta Israîlê bi ser civaka Cuhûnişîn li kerta rojava û herwiha li newala Urdun û bakurê deryaya Mirî disepîne.

 

Benjamin Netanyahu got: “Cihek heye, divê yekser piştî hilbijartinê serweriya Israîlê bi ser de bê sepandin, eger ji aliyê we bêm hilbijartin, ew dibe raspardeyeke eşkere bo cîbicîkirina vê erkê. Di çend mehên borî de min dest bi hewlekî siyasî kir û di vî warî de berî çend rojan jî rewşa siyasî wiha bû, îro daxwaza xwe radigihînim bo pêkanîna hikûmeta bê, daku serweriya Israîlê bi ser newala Urdun û herwiha bakurê Derya Mirî de bisepînin.”

 

Erebên Israîlê rolekî wan yê girîng di yekalîkirina hilbijartinê de heye, vê yekê jî wiha kiriye, partiyên hevrikên Netanyahu xwe nêzîkî Ereban bikin û dengên wan jî misoger bikin.

 

Hevpeymana Şîn û Spî ku xwedî 35 kursiyên parlementoyê ye û tenê bi 3ê kursiyan kêmtir e li partiya Netanyahu, serdana civaka Erebî kir û kar li ser dengên wan dike.

 

Endamê Hevpeymaniya Şîn û Spî Ram Ben Barak dibêje: “Di vî welatî de ew yek ne estem e yasayek hebe, û gotinên dadperweriyê bo hemû welatiyan tê de nebe. Lewra eger em rê li ber vê yekê negirin, dibe ev yek me bibe cihekî ku nikaribin vegerin ew cihê ku em lê bûn. Em tak demokrasî ne li Rojhilata Navîn, ti demokrasiyek din li Rojhilata Navîn nîne, lê ev demokrasî jî gelekî lawaz e.))

 

Biryar e 17ê vê mehê hilbijartina parlementoya Israîlê bê dubarekirin, ku ji 120 kursiyan pêk tê. Îro şemiyê roja herî dawiye bo bangeşekirinê, tê pêşbînîkirin cudahî navbera partiya Netanyahu û hevrikên wî tenê çend kursî bin, û serkeftiyê hilbijartinê jî bo pêkanîna hikûmetê neçar e hevpeymaniyê bike, daku baweriya Parlementoyê werbigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin