Hilbijartina Rojava bi rê ve çû

Hilbijartina Rojava bi rê ve çû

Hilbijartina şaredariyên bajar û navçeyan li tevahiya bajarên fderalîzma Rojava bi dawî bû. Şandeyên Parlamentoyên Başûrî û Bakurî ên çavdêrî lê kirin gotin pêvajoya hilbijartinê bi zelalî û bi beşdarbûneke xurt û curerengî bû.

A+A-

Çavdêrên parlamenên bakurî anîn ziman ji ber cara yekem e ku hilbijartin bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê têne lidarxistin, hin kêmasî hebûn, lê hilbijartinên federalîzma Bakurê Sûriyê bi awayekî demokratîk û bi beşdariya hemû pêk hateyên deverê bi rê ve çûn.  

Parlemanterê HDPê Berdan Öztürk got: “Belkî kêmasî hebin û rexne bê kirin, lê tevlîbûn xurt bû û hemû lê hemû ol û netew hatin ser sindoqan û dengên xwe dan.”

Endamên şandeya parlemana Herêma Kurdistanê dibêjin, ew piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bi hemû awayan dikin. Herwiha didin zanin ku Parlemana Herêma Kurdistanê hewl dide ku pêwendî di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta Herêma Kurdistanê de baştir bibe.

Yek ji wan endaman Zana Ebedulrehman wisa axivî: “Me daxwaz ji hikûmetê kir, pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser çê bibe û derfet çê bibe ku guftûgo di navbera hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibe. Hêzî dikin di pêşerojê de şanda Rojavayê Kurdistanê bê parlemantoya Kurdistanê. Herwiha hin aliyên siyasî hilbijartin baykot kiribû, hewl bidin wan jî nêzîk bikin û parlemantoya Kurdistanê bibe navendek ji guftûgoyên nû re ji wan hêzên siyasî re.”

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin