Hilbijartina li Iraq û Kurdistana Başûr sibê ye

Hilbijartina li Iraq û Kurdistana Başûr sibê ye

Piroseya dengdana taybet, ya hilbijartinên Perlemana Iraqê hat encamdan û biryar e dengdana giştî sibê 12ê vê mehê wê destpê bike.

A+A-

Li gorî zanyariyên nûçegihanên medyaya Başûrê Kurdistanê, rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet de, li parêzgeha Hewlêrê, 84% bû û rêvebirê şaxê Hewlêrê yê Komisyona Hilbijartinan ragihand, ku pirose bi awayekî serkevtî bidawî hat.

Li parêzgeha Hewlêrê, ji koma 93 hezar û 571 dengderan, 78 hezar û 186 dengder, beşdarî piroseyê bûn.

Ji aliyê xwe ve rêvebirê giştî yê şaxê Silêmaniyê yê Komisyona Hilbijartinan Hawrê Tewfîq ragihand, ku rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet de li Silêmaniyê, 67% ye.

Li parêzgeha Dihokê jî, rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet, 83% ye.

Li parêzgeha Kerkûkê, ku niha di bin kontrola hêzên Iraqî û milîsên Heşda Şeibî de ye, rêjeya dengdanê 66% ye,.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin