Hilbijartin/ Dengdan qediya, beşdarî kêm e

Hilbijartin/ Dengdan qediya, beşdarî kêm e

Deriyên navendên dengdanê li seranserê Iraqê di serê saeta 18:00 de hatin daxistin û proseya dengdanê ji bo hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê bi fermî bi dawî hat.

A+A-

Beşdarî kêm e

 

Rêjeya beşdarbûna dengderan li Herêma Kurdistan û hin bajarên Iraqê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine ragihandin. Li gorî zanyariyan heta demjimêr 4.00ê êvarê rêjeya beşdarbûnê li Herêma Kurdistanê % 50.64 bûye.

 

Îro ji demjimêr 07:00an de proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê li hemû parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û komîsyonê jî ragihandiye ku dengdan di saet 18:00an de bi dawî dibe.

 

Rêjeya beşdarbûnê heta demjimêr 4:00 li Herêma Kurdistanê %50.64 bûye.

 

Li gorî van zanyariyên ku komîsyonê belav kirine;

 

Li Hewlêr %58

Li Silêmanî %50

Li Duhok %69

Li Zaxo %68

Li Helebce %46

 

Herwiha heta demjimêr 01:00ê piştî nîvro rêjeya beşdarbûnê li parêzgehên Iraqê jî wiha ye:

 

Li Bexdayê %20

Li Babilê %27

Li Mîsan %23

Li Diyale %30

Li Mûsena %21

Li Wasit %27

Li Dîwaniye %28

Li Neynewa % 42

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin