Hikûmeta Sûrîyê dixwaze derîyê Sêmalka kontrol bike

Hikûmeta Sûrîyê dixwaze derîyê Sêmalka kontrol bike

Derîyê Sêmalka ku dikeve navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, derîyekî sereke yê bazirganî û hatin û çûnê ye û gotegotên li ser wî derîyê sînorî jî zêde bûne û tê gotin ku hikûmeta Sûrîyê dixwaze derîyê Sêmalka bixe bin kontrola xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsên Rêveberîya Xweser jî vê yekê red dikin û dibêjin, tişta ku heya niha li gel hikûmeta Şamê hatîye kirin, lihevkirina leşkerî bûye û ti metirsî li ser derîyê Sêmalka nîne.

Li gorî agahîyên Rûdawê, rojane 120 kes ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin û her wiha 150 kes jî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin û tekane derîyê sînorî ye ku bazirgan li wir kelûpelan derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin.

Derîyê sêmalka, take dergehê vekirî yê Rojavayê Kurdistanê ye ji bo derveyî wê herêmê.

Piştî vegera hikûmeta Sûrîyê bo ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê,  heta niha jî ew derî di destê Rêveberîya Xweser de ye, tevî ku hinek gotegot li ser egera ku hikûmet wî derîyî têxe jêr kontrola xwe.

Derbarê vê mijarê, berpirsekî ji Derîyê Sêmalka, ji Rûdawê re ragihand: “Sêmalka take derîyê sînorî yê Rojavayê Kurdistanê ye, ku wê herêmê bi derve ve girê dide. Rojane bêhtir ji 120 kesî ji Derîyê Sêmalka derdikevin û 150 kes jî, ji alîyê Başûrê Kuridstanê, derbasî Rojavayê Kuridstanê dibin.”

Êdî ew derî tevgereke çûnûhatinê dibîne, herwiha tevgereke bazirganîyê dibîne, bi taybetî ku gelek corên kelûpel û keresteyên girîng ji Başûrê Kurdistanê derbasî alîyê Rojavayê Kuridstanê dibin.

Derbarê egera derbasbûna Hikûmeta Sûrîyê û destdanîna wê li ser Derîyê Sêmalka, heman berpirs ji Derîyê Sêmalka ji Rûdwê re got, di vê demê de, ev eger dûr e û heta niha tenê rêkeftin di warê leşkerî de ye û rêkeftin li ser tiştekî din, nehatîye kirin.

Rojavayê Kurdistanê bi rêya Derîyê Sêmalka, bi ser Başûrê Kurdistanê de, vekirî ye û tevgereke mirovî û bazirganî bi rêya wî derîyî tê kirin, herwiha hêzên Hevpeymanîya Navdewletî, bi taybetî Amerka bi rêya Sêmalka derbasî navçeyên Rojavayê Kurdistanê dibin.

Girîngîyeke mezin a Derîyê Sêmalka ji bo Rojavayê Kurdistanê heye, lewma welatî dibînin ku berdewamîya hebûna wî derîyî, heta radeyeke gelekî baş, ji berjewendîya aramî, xweşî û geşbûnê ye, li Rojavayê Kurdistanê.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin