Hikûmeta Norwecê pirtûka alfabeya Kurdî çap kir

Hikûmeta Norwecê pirtûka alfabeya Kurdî çap kir

.

A+A-

 Li Norwecê ku nifûsa wê 5 milyon e û civakek pir etnîkî ye û hejmarek zêde Kurd jî lê dijîn, bi piştgiriya hikûmetê alfabeya Kurdî ji bo zarokan wek pirtûk hat çapkirin.

Mamoste Alekan Nyland ku li paytexta Norwecê bajarê Osloyê dijî, ji bo zarokên Kurd ên li wî welatî dijîn, pirtûka alfabeya Kurdî bi herdu zimanên Norwecî û Kurdî nivîsand.

Alekan Nyland ji Rûdawê re behsa wê projeya xwe kir û got ku ew dixwaze di warê ziman de alîkariya zarokên Kurd ên li Norwecê dijîn bike.

Nyland diyar kir ku armanca wî ji nivîsandina wê pirtûkê ew e ku zarokên Kurd bi hêsanî bikarin zimanê xwe yê dayikê pêşve bibin û got: “Bi hezaran zarokên Kurd li Norwêcê dijîn.  Norwêc civakek piralî ye ku tê de çandên cûrbecûr bi wekhevî dijîn. Nifûsa vî welatî 5 mîlyon e û xwedî civakek etnîkî ye ku bi qasî 180 zimanên cûda diaxive dijîn.”

Bi gotina Nyland li Norwecê derfeta her civakê heye ku çand û zimanê xwe pêşve bibe û dewlet her cureyê piştgiriyê dide.

Nyland da zanîn ku li gelek dibistanên Norwecê dersa zimanê Kurdî heye û eger li dibistanan tenê xwendevanek ji pêkhateyek cuda hebe jî, hikûmeta wî welatî hewl dide mamosteyek zimanê jê re peyda bike.

Nyland destnşan kir ku rayedarên Norwecê girîngiyek mezin didin geşedana zarok û ew di wê baweriyê dene ku zimanê zikmakî alîkariyek mezin dide pêşketina zarok û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê, ew malbatan teşwîq dike ku zimanê xweyê dayikê fêr bibin û pêşnîyar dike ku bi zimanê xwe pirtûkan bixwînin. Li ser vê bingehê, min fikir kir ku pirtûka alfabeya Kurdî hewcedariyek bingehîn e û min biryar da ku ez vê pirtûkê binivîsim.” 

Mamoste Alekan Nyland ku niha li Zanîngeha Stavanger li ser pêşxistina zaokan û pedagiriya xwendina xwe dike, da zanîn ew pirtûk dihêle ku zarokên Kurd bi hêsanî alfabeya Kurdî fêr bibin û got: “Kurdên li vir dijîn jî eleqeyek mezin nîşanî pirtûkê didin. Pirtûk hem bi Kurdî hem jî bi Norwêcî hate nivîsandin. Me destpêkê 500 pirtûk çap kirin, lê me dît ku eleqeyek gelek mezin heye, me niha dest bi amadekariyên çapa duyem kirin.”

Alekan Nyland herwiha eşkere kir ku ew yekem berhema Kurdî ye ku bi piştgiriya Wezareta Perwerdeya Norwecê tê çapkirin û belavkirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin