Hikûmeta Kurdistanê termên 5 penaberên Başûrî ji Tirkîyê tîne Kurdistanê

Hikûmeta Kurdistanê termên 5 penaberên Başûrî ji Tirkîyê tîne Kurdistanê

Li nav deryaya Ege de xeniqîbûn

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê dezgeha Lutke ya penaberan ragihand, hikûmeta Kurdistanê termên pênc penaberên Başûrî yên ku li nav deryaya Ege ya Tirkîyê de xeniqîbûn, vediguheze Kurdistanê.

Serokê dezgeha Lutke ya penaberan, Arî Celal ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, çend roj berê qayîka penaberên ku dixwastin bi qaçaxî ji Tirkîyê derbasî Yûnanê bibin, li nav deryaya Ege de wergerîyabû û 23 penaberên kurd tê de xeniqîbûn.

Arî Celal daye zanîn, heta niha termên 8 kesan hatine dîtin û yên din jî hîn wenda ne.

Serokê dezgeha Lute ragihandîye, hikûmeta Kurdistanê biryar daye termên pênc kesan li ser hesabê xwe ji Tirkîyê derbasî Kurdistanê bike û teslîmî malbatên wan bike.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin