Hikûmeta Kurdistanê hebûna Mossadê li Herêma Kurdistanê red kir

Hikûmeta Kurdistanê hebûna Mossadê li Herêma Kurdistanê red kir

.

A+A-

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva raporteke kanala televîzyonî ya Afaq a Iraqî da ku tê de dibêje, qaşo Hikûmetê rê daye binkeyeke dezgeha istixbarata Îsraîlê Mossadê li Hewlêrê bê vekirin da û red kir binkeyeke Îsraîlê di nav axa Herêma Kurdistanê de hebe û daxwaza encamdana lêkolîneke zelal û şandina komîteyeke taybet bo destnîşankirina wî cihê ku qaşo tê gotin binkeya Îsraîlê lê ye, ji Iraqê dike, daku “rastî bêne aşkerekirin û Herêma Kurdistanê bê sedem neyê tometbarkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil diyar dike, wê kanala Iraqî hebûna binkeyeke Îsraîlê di nav axa Herêma Kurdistanê “ji xeyala xwe ve çêkiriye û ji bilî vê yekê tiştekî din tune ye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Armanca wê kanalê, xapandina raya giştî û xerakirina navbang û têkdana rûmeta Herêma Kurdistanê ye û hewleke ji bo tohmetbarkirinekê ku me her dem red kiriye û me pêdagirî li ser vê yekê kiriye, ku tu binkeyeke Îsraîlê û tu Îsraîliyek li Herêma Kurdistanê nînin.”

Herwiha Cotyar Adil eşkere kir: “Yên kîn di dilê wan de ye, bi xwe jî vê rastiyê dizanin û fêm dikin, lê belê berdewam in li ser siyaseta propagandaya reş û siyaseta xwe ya dijminatiyê û berdewam in li ser gotin û dubarekirina wan tohmetên bê bingeh.”

Cotyar Adil dide zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mafê xwe dizane ku dozê li dijî kanala asmanî ya Afaq a Iraqî veke.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamento û Serokê Desthilata Dadweriya Iraqê jî dike ku demildest lêkolîneke zelal derbarê mijarê de destpê bikin û komîteyekê pêk bînin û bo destnîşankirina cihê qaşo binkeya Îsraîlê ya ku kanala Afaq behsa wê kiriye, wê komîteyê bişînî herêmê, “daku sînorek bo van core tometên derew û metirsîdar ên nerewa bê danîn.”

Cotyar Adil diyar dike, ku ew tohmet bi awayekî sitemkarî li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.

Herî dawî Cotyar Adil destnîşan kir, belavkirina tohmetên bi wî awayî “sivikatîkirin û bêrêzî ye li hember tevahiya welat.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin