Hikûmeta Kurdistanê: Em rapora Amerîkayê girîng dibînin

Hikûmeta Kurdistanê: Em rapora Amerîkayê girîng dibînin

.

A+A-

Ofîsa Bersivdana Raportên Navneteweyî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew raprota Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê rewşa azadiya olan de girîng dibînin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya li ser rewşa azadiya olî ya 2020an di 12ê Gulana 2021an de belav kir û Ofîsa Bersivdana Raportên Navneteweyî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî wê de daxuyaniyek da.

Ofîsa Bersivdana Raportên Navneteweyî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî çavdêriya rewşa kêmneteweyên olî yên li deverên bi nakok dike ku di nav wan de Şingal, Kerkûk û Xaneqîn jî hene û ji bo misogerkirina jiyana bi hev re û serkevtinê li van deveran ji bo Êzidî, Mesîhî û grûpên din dixebite.”

Raporta sala 2020 ya Wezareta Derve ya Amerîkî li ser azadîya olî pesna hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo bihêzkirina nirxên girêdayî pluralîzma olî û bihevre jiyanê dide.

Di daxuyaniya xwe de Ofîsa Bersivdana Raportên Navneteweyî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Hikûmeta Kurdistanê

Organîzatorê fermandeya navnetewî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji holêrakirina hemû cûreyên cudahiya nijadî û olî wek karê xwe yê sereke dibêne. Wezareta Ewqaf û Karûbarên Îslamî di sala 2007an de ji alîyê parlamentoya Kurdistanê ve navê wê weke Wezareta Ewqaf û karûbarên Olî hate guhertin. Vê yekê nîşan da ku wezaret xizmeta hemû pêkhateyan dike.”

Herwiha ew ofîs amaje bi wê yekê de ku “yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerîtên rasterast an jî ne rasterast yên li dijî pêkhateyên olî qedexe dike ku dibin sedema riq, kîn û tundûtujiyê. Herwiha li gor yasayan yazdeh kursiyên parlementoya Kurdistanê bo pêkhateyên etnikî û olî hatine veqetandin.”

Ofîsa Bersivdana Raportên Navneteweyî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî Kurdên Êzidî yên li Herêma Kurdistanê dibêje: “Mafê wan e ku bêyî zext û zordariyê nasnameya xwe ya olî û îbaderên xwe biparêzin. Li ser bingeha avadaniya xwe ya olî wan nûnerên xwe yên siyasî hene. Hewldanên bê sînor û berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya ofîsa rizgarkirina Êzidiyan ji bo rizgarkirina xwîşk û birayên Êzidî yên di destê DAIŞê de berdem in û herwiha hevkariya xurt bi tîma lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî re ji bo lêpirsîna tawanên DAIŞê û darizandina terorîstan û vekirina gorên komî heye. Ev jî nîşan dide ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo garantîkirina mafên xwişk û birayên Êzidî hewl dide.”

Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî tenê ji nivîsgehên Îslamî, Krîstyan û Êzidiyan êkhatî bû, lê belê niha wezaret nûneriya heşt baweriyên cuda yên olî dike.
Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin