Hikûmeta Kurdistanê: Biryara Dadgeha Federal nedestûrî û nedadperwerane ye

Hikûmeta Kurdistanê: Biryara Dadgeha Federal nedestûrî û nedadperwerane ye

.

A+A-

Encûmena wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 23yê Sibatê roja Çarşemê bi serokatiya Mesrûr Barzanî hat lidarxistin.

Di civînê de biryara dadgeha bilind a federalî ya Iraqê ku li ser neft û gaza Herêma Kurdistanê dabû, wekî biryareke nedestûrî û nedadperwerane hate binavkirin.

Civîna Encûmena Wezîran bi serokatiya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talabanî birêve çû.

Destpêka civînê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê serdana şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di serokatiya serokwezîr de ji bo Qeter û beşdarbûna konferansa Munich pêşkeş kir û ragehand, di hemû hevdîtinan de helwêsta Herêma Kurdistanê ya derbarê hemû mijarên pêwendîdar de aşkera kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê faktorekî giring ê asayîş û seqamgiriya navçeyê ye.

Di mijara duyem a karnameya civînê de encûmena wezîran gotûbêj derbarê biryara dadgeha bilind a federal a Iraqê ku roja 15.02.2022yê hat kirin, ku taybet ew biryar derbarê neft û gaza Herêma Krudistanê de bû. Piştî gotûbêjên piralî û hûr, encûmena wezîran biryara dadgeha bilind a federal a derbarê neft û gaza Herêma Kurdistanê de wek nedestûrî û nedadperwer pênase kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê hewldanên xwe berdewam bike bo parastin û rijdbûna li ser maf û desthilatên xwe yên destûrî ku wekî di destûra Iraqê de cîh girtiye û piraniya xelkê Iraqê di sala 2005ê de deng li ser wê destûrê daye. Heman demê de hikûmeta Herêma Kurdistanê helwêstê xwe neguhertiye û vê teqez dike ji bo berdewambûna kar kirina hevbeş li gel hikûmeta federal, bo xwe gehandina rêkeftina li ser çawaniya çareser kirina vê mijarê.

Dawiya civînê jî encûmena wezîran reşnivîsa rojjimêriya kiştûkal li Herêma Kurdistanê pejirand ku ji aliyê wezîra kiştûkal û çavkaniyên avê Bêgerd Talabanî ve hatibû pêşkeş kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin