Hikûmeta Kurdistanê: Bila PKK derûdora gund û avadaniyan biterikîne

Hikûmeta Kurdistanê: Bila PKK derûdora gund û avadaniyan biterikîne

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bi daxuyaniyeke nivîsîkî sersaxî ji malbatên kuştiyan re xwest û bangî PKKê kir ku derûdora gund û avadaniyên li Herêma Kurdistanê biterikîne da ku welatî nebin qurbanî.

A+A-

Îro berê sibehê balafirên şerî yên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li nêzî gundê Wesan û Sekrana Dola Balekayetî êrişek hewayî pêk anî û di encamê de 4 ciwanên kurd ku pîrozbahiya Cejna Newrozê dikirin jiyana xwe ji dest da.

 

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bi daxuyaniyeke nivîsîkî bi sernavê "Em daxwazê ji PKKê dikin derdûra gund û avadaniyan çol bike" da û tê de got:

"Di demekê de ku hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina cijina Newrozê û pêşwazîkirina sala nû ya kurdî ber bi deşt, aqar û çiyayên Kurdistanê çû bûn, mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregayên PKKê li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdidtanê şehîd bûn. Tevî hevderdî û hevxemiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwaz in û em dilgiraniya xwe li hember biarmancgirrina gund û avadaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku, mixabin, jiber nêzîkiya baregayên PKKê ji wan gund û avadaniyên wê deverê, hertim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî. Em daxwazê ji PKKê dikin derdûra gund û avadaniyan çol bike daku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî."

YNK li Parlamentoya Iraqê xwest êrîşên balafirên tirk bêne sînordarkirin.

Koma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) îro di parlamentoya Iraqê de êrîşên balafirên Tirkiyeyê li ser dola Balekayetê kir û xwest ku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî sînorekê ji êrîşên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê deyne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin