Hikûmeta Kurdistanê bang li Îran û Tirkiyeyê kir:Êrîşan rawestînin

Hikûmeta Kurdistanê bang li Îran û Tirkiyeyê kir:Êrîşan rawestînin

Hikûmeta Kurdistanê bang li Îran û Tirkiyeyê kir:Êrîşên xwe rawestînin

A+A-

Civata Wezîran ya Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser topbarana deverên sînorên Başûrê Kurdistanê ku  ji aliyê Îran û Tirkiyê ve pêk tên, daxuyaniyek da.

Hikumetê di daxuyaniyê de ji Tirkiye û Îranê daxwaz kir ku dawî li topbaranên xwe bînin. Hikumetê herweha bêyî ku nav bide, ji PKKê û PDK-îyê jî daxwaz kir ku erda herêma Kurdistana Başûr li himberî dewletên cîran ji bo êrîşan bikar neyînin.

Daxuyanî weha bidawî dibe:

Di çend rojên borî de deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê û û Komara Tirkiyê ve hatin bombebarankirin. Di encamê de hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê birîndar bûn. Herwiha dehan gundî neçar bûn gundên xwe vala bikin û dehan pezdar û cotkar û koçer jî neçar bûn ji çiyay û zozanan werin xwarê û zirarek mezin gihîştin sektora çendiniyê û ajeldariya welatiyên û jîngeha Herêma Kurdistanê.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wan zirarên radigihîne û daxwaz li her du dewletên cîran, Komara Îslamiya Îranê û Komara Tirkiyê dike, bombebarankirina deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bisekinînin. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê yekê rijd e ku siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel cîranan neguhertî ye û (hikûmeta) pabend e bi dosatî û yasayên navdewletî bo parastina aramiya sînorên wan dewletan û herwiha hewldan bo aştî û aramiyek berdewam bo gelê Herêma Kurdistanê û gelên Îranê û Tirkiyê û deverê.

 

Di hemna demê de em nerazîbûna xwe li hember bikarbirina ax û sînorên Herêma Kurdistanê bo zirargihandin û êrişkirina ser welatên cîranên Herêma Kurdistanê ji aliyê hin aliyên dijber ên Komara Îslamiya Îranê û Partiya Karkerên Kurdistanê radigihînin û em daxwaz ji hemû wan hêzan dikin, ku êdî xaka Herêma Kurdistanê bo êrişkirina ser cîranên Herêma Kurdistanê bi kar nehînin û rêz li aramiya jiyana xelkê Herêma Kurdistanê, pabendiyên yasayî û pêwendiyên dostaniyên Herêma Kurdistanê û cîranên wê bigirin.”

Weke tê zanîn di van rojên dawî de, devera Qandîlê, Soran û Sîdekan ji aliyê hêzên tirk û faris tê bombe û topbarankirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin