Hikûmeta Herêmê pêngaveke nû derbarê derîyên sînorî de davêje

Hikûmeta Herêmê pêngaveke nû derbarê derîyên sînorî de davêje

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyeke bilind ji bo kontrolkirina derîyên sînorî pêk anîye, komîteyên pêwendîdar ên Parlemanê jî pêşwazî li wê hewla hikûmetê dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya Wezareta Navxwe û Wezareta Darayî yên Herêma Kurdistanê de, komîteke hevbeş ji bo kontrolkirina derîyên sînorî pêk hatîye, ew komîte bi berdewamî dicivin, ji bo sîstema karkirinê dîyar bikin.

Hevdem jî, Komîta Destpakî ya Parlemana Kurdistanê di destpêka karê xwe de serdana tevahîya xalên sînorî kir û raportek derbarê di wê derbarê de amade kirîye.

Endamê Komîta Destpakî ya Parlemana Kurdistanê Weysî Seîd ji K24ê re ragihand, di pêdaçûnên wan de dîyar bû, hin xalên sînorî bê kontrol in û pêwîstîya wan bi kontolkirina bihêz heye.

Di civîneke Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, wezaret û alîyên pêwendîdar tekezî li ser kontrolkirina xalên sînorî kirine, bi awayekî ku tevahîya xalên sînorî bi hev ve bêne girêdan, bi armanca rêgirî li gendelî û hawirdekirina kelûpelên qedexekirî bê kirin.

 Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin