Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva HRWê da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva HRWê da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva raporta Human Rights Watch da û tohmetên wê rêxistina çavdêriya mafên mirovan red kir, ku Herêma Kurdistanê bi îşkencekirina zarokên zindanî yên DAIŞî tawanbar dike.

A+A-

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di raportekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kir, ku zarokên zindanî yên DAIŞî îşkence dike û û ragihandiye, îşkencekirina wan zarokan ji bo wê yekê tê kirin, ku îtirafê bi pêwendiya xwe li gel DAIŞê bikin.

 

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Dîndar Zêbarî ew raporta HRW û tohmetbarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir û ragihand, “bi ti awayekê rêxistina navbirî (HRW) serdana wî cihî nekiriye, herwiha ti kesek bêyî biryara dadgehê nayê destgîrkirin bi ti tohmetekê û piştî destgîrkirinê jî tohmetbar û daxwazkirî li gor yasaya bingehên darizrandina sizayî serederî li gel wan tê kirin, di heman demê de tohmetbar mafê wê yekê heye, ku parêzerekê amade bie, lê belê eger nekarî, wê demê pêwîst e dadgeh parêzer jê re dabîn bike û kesûkarên wî agahdar bike, ku kesê navbirî hatiye girtin, paşê dosye ji dadgeha taybetmend re tê şandin, bo yekalîkirina wê li gor yasayê.”

 

Dîndar Zêbarî herwiha dibêje: “Ew kesên ku temenê wan ji 18 sal kêmtir e û guman li wan tê kirin, ku pêştir pêwendiya wan bi DAIŞê hebûbe, weke qurbaniyê destê DAIŞê serederî li gel tê kirin, ne weke tawanbar û bi şêweyekê asayî û ji aliyê mirovî ve aliyên pêwendîdar serederiyê li gel dikin, weke hemû zarokên veguhastî, bi berçavgirtina rewşa wan a taybet.”

Ev nûçe 302 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin