Hikûmet û opozîsyona Sûriyê lihev nekirin

Hikûmet û opozîsyona Sûriyê lihev nekirin

.

A+A-

Gera 6 ya cîvînên komîteya nivsandina destûra Sûriyê li Cinevê bê encam bidawî hat. Geir Pedersen got “Di civîna Destûra nû ya Sûriyê de em negişîtin ti rêkeftinekî.”

Îro piştî 6êemîn civîna hikûmet û opozîsyona Sûriyê ya li Cenevê Nûnerê Taybet ê NY ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civîneke çapemeniyê lidar xist û got “Di civîna Destûra nû ya Sûriyê de em negişîtin ti rêkeftinekî. Civîna îro bêhêviyek mezin bû.”

Geir Pedersen di derbarê civînan de got "Bi baweriya min dê tişteke dadperwerane be eger bêjm gelek hevraz û nişîvî di van danûstandinên çar rojên berê de hebûn. Sê rojên destpêkê danûstandin bi hêsanî derbasbûn lê roja çaremîn hinekî zehmet bû. Le bi aweyeke giştî, giftûgoyeke baş li ser wan prensîbên ku hatine pêşkêşkrin, hat krin.”

Peterson bêheviya xwe anî ziman û got “ Weku hûn dzanin, me li ser wê yekê lihevhatin kirbû ku îro wan prensîban eşkre bikin ên ku danûstandin li ser hatiye kirin û rabigehînin gelo em gehiştine tu lihevhatnên destipêkî yan na, yan gelo lihevhatin li ser beşek ji prensîban çêbûye yan na. Ez dikarm bêjim ku danûstandina îro bêhîvîbûneke mezin bû. Me nekarî bigihîjin wan amancên ku me hîvî dixwest bigehînê. Me hîvî dixwast ku danustandinên baş hebin da ku bigehîne lihevhatnekê.”

Geir Pedersen amje bi yekê kir ku têgehiştneke baş di navbera wan de li ser çewaniya pêşvebirina vê proseyê nebû û dibêje “Lewrra, li duymahîkê, şandeyê hikûmetê biryarda ku hîç nivêsaneke nû pêşkêş neket, opozsyonê jî biryarda ku berisva wan dû nivîsîna bide yên ku şandeyên hikumetê û şandeyê civaka sivîl pêşkêş kiribûn. Li ser wê yekê me danûstandin kirin, lê wan danûstandnan hîç xaleke hevbeş lê çê nebû.”

Pedersen di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Min ji 45 endaman re got ku ev yek chê bêhêvîbûnêye. Piştî wê yekê, min du cvînênên din yên cidî li gel serokên şandeyan encam dan û em gehiştne wê encamê ku nabe em leser vê rewşê berdewam bin û pêwîste me lêktêgehiştneke guncayî hebe li ser wêy yekê ka emê çewa bikarn van danûstandinan biguherrînin ji bo destpêkirna nvîsîna rasteqîne ya reşnivîsa destûrî. Bi bawera min, weke her proseyeke din, pêwîste di vê proseyê jî de em wê baweriya ku bi riya danûstandinên vê heftyê çêbû, zêde bikin û em hewcey xwasteke siyasîne daku serederyê digel vê proseyê bikin daku bikarin lihevnehatnan kêm bikin û xalên hevbeş di navbera xweda bibînin."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin