Hikûmet û opozîsyona Sûriyê lihev kirin

Hikûmet û opozîsyona Sûriyê lihev kirin

.

A+A-

Îro 6emîn gera Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê bi navbeynkariya Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pederson li Ceneva Swîsreyê destpê dike. Herwiha Pederdsen diyar kir ku hikûmet û opozîsyona Sûriyê li ser nivîsandina destûreke nû lihev kirine.

Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê, piştî du salan ji pêkanîna wê, nûçeyeke xweş dide xelkên wî welatî, ku hikûmet û opozisyon rêk keftin, ji bo dest bi gotûbêjan bikin û reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê amade bikin.

Geir Pedersen, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên Sûriyê, 9 mehan piştî navbeynkarîkirin û gotûbêjkirinê ligel herdu aliyan, dikarîbû hikûmet û opozsiyonê razî bike, ku hewl bidin karê ragirtî yê Komîteya Destûrê, biserî bikin.

Şandiyê taybet ê NY ji bo Sûriyê Geir Pedersen got “Nêzîkî 9 mehan e bi gotûbêja navbeynkariyê di navbera aliyan de, ji bo komdengiyek dirust bibe, da ku em bizanibin çawa bipêş de herin. Bi kêfxweşî radigihînim ku ew cor ji komdengiyê dirust bûye, serokên herdu şandan hevnerîn in, ku aniha ne tenê xwe ji bo reforma destûrê amade dikin, lê belê dest bi nivîsîna reşnivîsa destûrê jî dikin. Karê me yê vê heftiyê, ji destpêkirina proseya nivîsîna reşnivîsa destûra Sûriyê, pêk tên.”

Gotûbêjên Cenevê, bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, berevajî gotûbêjên salên berê, kêmtir balê didine agirbesta şer û aliyên mirovî, lê bala bêhtir li ser nivîsîna destûra Sûriyê ye.

Bi gotina şandiyê Neteweyên Yekbûyî, amadekirina destûreke nû, ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike, dawiyê bi wê xwînrijiyê jî tîne, ku ji demekê ve, hêwirbûnek dîtiye, lê ranewestiyaye.

Heriwha Geir Pedersen dibêje “Rewşeke mirovî û abûrî ya gelekî nesaz, dirust bûye. Bêhtir ji 13 milyon kesên Sûrî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Nêzîkî 90% ji xelkê, li jêr hêla hejariyê dijîn, di axaftina min a dawî de, min ji Encûmena Asayişê re ragihand, aniha dema destxistina nav destên hev e, û dema destpêkirina wê proseyê ye, ew jî, ji berjewendiya xelkê Sûriyê û ji bo pêşvebirina wê proseyê ye.”

Komîteya 45 kesî ya Desûtra Sûriyê, Îro (18.10.2021) bi navbeynkariya Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen li bajarê Ceneva Swîsreyê dicive.

Komîteya Destûra Sûriyê, sala 2019an hate pêkanîn, heta niha 5 caran civiyaye, civîna dawî, Çileya îsal bû, lê nakokiyên gelek ku li Sûriyê hene, wiha kiriye ku karên vê komîteyê jî, bi sistî birêve herin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin