Hicrî: "Ew destêwerdana Îranê ya li herêmê ji ber îdeolojiya wê tê"

Hicrî: "Ew destêwerdana Îranê ya li herêmê ji ber îdeolojiya wê tê"

Ew destêwerdana Îranê ya li herêmê ji ber îdeolojiya wê tê. Îdeolojiya serdest wê yekê li ser Îranê ferz dike. Di dema Xumeynî de piştî têkçûna rejima şah, wan biryar stend ku îdeolojiya Rejima Îslamî ya Îranê bibin ji derveyî Îranê jî

A+A-

M.Salih Badırhan
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ew partî ye ku serkirdeyên wê di sala 1946’an de li Mahabadê Komara Kurdistanê ragehandine û tovên niştimanperweriyê li her çar parçeyên Kurdistanê belavkirine. PDKÎ’ya ku 70 sal in li dijî zilm û serkutiyên Îranê li Rojhilat parastina mafê kurdan dike beriya bi vekişiya Başûr û xebatên xwe dan sekinandin.

Piştî 25 salên li Başûrê Kurdistanê, di Newroza 2016’an de PDKÎ’yê biryar girt ku dîsa li Rojhilatê Kurdistanê dest bi xebatan bike û li dijî zilma Îranê parastina xelkê bike. Sekreterê Giştî yê PDKÎ’yê Mistefa Hicrî biryarên nû yên PDKÎ’yê, destêwerdanên Îranê yên li herêmê, yekgirtin û diyaloga navbera partiyên Rojhilat ji BasNûçeyê re şîrove kir.

Hicrî tekeziyê li ser wê yekê dike ku ji ber hin rûdanên li herêmê pêk hatine û destêwerdanên Îranê yên li herêmê bawerî bi wan re çêkiriye ku ew dîsa dest bi xebatan bikin. Hicrî, wê biryara dîrokî jî wiha eşkere dike: “Rûdanên dawî yên li herêmê. Geşedanên li Îranê ew bawerî bi rêveberiya partiya me re çêkir ku em dîsa Pêşmergeyên xwe bişînin Rojhilatê Kurdistanê. Ew ê Pêşmerge xelkê biparêze û parastina xwe bike. Eger Artêşa Îranê êrîşî Pêşmergeyan bike ew ê Pêşmerge jî parastina xwe bike.”

Li her çar parçeyên Kurdistanê yadgirtina Qazî Mihemed ku di heman demêde damezrênerê partiya we ye, birêve çû. Hûnê li ser 70 saliya koça dawî ya Qazî çi bêjin? Komara Kurdistanê û Qazî Mihemed çi mîrat ji kurdan re hiştin?

 

Komara Kurdistanê û Qazî Mihemed ehlaq û siyaseteke mezin ji her çar parçeyên Kurdistanê re hiştiye. Qazî, di warê fedekarî û qûrbanîbûna bo niştiman sekneke pîroz nişan da. Ew hikûmeta temenkirt mîraseke niştîmanî û demokratîk li dû xwe hişt. Wê serdemê fikra federalî û eşaîrî li nava kurdan hebû. Lê fikra niştîmanî hat xurtkirin. Rêzgirtina li jinan û qedirgirtina jinan jî weke mîrat ji roja me re ma. Qazî Mihemed em fêrî wê yekê kirin ku di ber niştiman de bi xoşî û bêyî silbûnê ber bi mirinê be biçîn. Herwiha berjewendiyên xwe di ber berjewendiyên xak û niştimanê xwe de xerc bikin. Pêşmerge ji wê rojê ji me re mane. Ala Kurdistanê ji wê rojê ji me re mane. Ev hemû mîratên gewre ne ku Qazî Mihemed ji me re hiştine. Partiya Demokrata Kurdistana Îranê jî mîrateke herî mezin a Qazî Mihemed e. Îsal 70 saliya wê ye. Qazî Mihemed li dû xwe ehlaq û siyaseteke mezin hiştiye.

Di Newroza 2016’an de we pişti 25 salan dîsa biryara şerê çekdarî stend. Çi bû sedem ku hûn dîsa rahêjin çekan û şerê çekdarî ragihihîn?

Me xebatê çekdarî da sekinandin. Lêbelê me weke stendina mafên gelê xwe çek dananîne. Ji ber şert û mercên siyasî ji ber hal û mercên serdemê me biryareke wisa stendibû. Me ji bo bidestxistina mafê gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê xebata çekdarî rednekiriye. Di wê qonaxê de Herêma Kurdistanê derket pêş. Berjewendiyên netewî derdiketin pêş. Ji ber wê me nexwest Îran fişarê bîne ser Herêma Başûrê Kurdistanê. Bi şêwazeke ciddî me ew xebata çekdarî rawestand. Lêbelê dîsa jî me Pêşmergeyên xwe şandin Rojhilatê Kurdistanê. Sala par jî me hinek ji wan şandin.

Rûdanên dawî yên li herêmê, her wiha geşedanên li Îranê ew bawerî bi rêveberiya Partiya Demokrata Îranê re çêkir ku em dîsa Pêşmergeyên xwe bişînin Rojhilatê Kurdistanê. Em wan ne ji bo şer dişînin. Belkî bikevin nava xelkê û di nava xelkê de bi cih bibin. Belkî di nava xelkê de bername û çalakiyên hizba me eşkere bikin da ku xelk bêhtir siyaseta hizba me nas bike. Eger Îran êrîşê bîne ser Pêşmergeyên me em ê jî bersiva wan bidin. Ew ê Pêşmerge xelkê biparêze û parastina xwe bike.

Cenabê te di sala 2015’an de serdana gelek welatên Ewropa û Amerîkayê kir. Di ajandaya te de çi hebû? Armancên wê dîplomasiyê çi bûn?

Ji mêj ve ye danûstendinên me û bi Amerîka û Ewropa re hene. Bi taybet li Almanya Fransa û li Amerîkayê nûnerên me hene. Hin caran ez bi xwe diçim hin caran jî nûnerên me danûstendinan dikin. Peywendiyên me bi parlementerên Ewropayê re hene. Peywendiyên me bi hikûmetên welatên Ewropayê re hene. Fişara Îranê ya li ser gelê kurd, mafê kurdên Rojhilatê Kurdistanê, destêwerdana Îranê ya li herêmê mijarên dîplomasiya min a par bûn. Li ser van meseleyan sala par min serdana hin welatan kir.

Destêwerdanên Îranê yên li herêmê, rabûna ambargoya siyasî û aborî ew êdi siberojê de çi tesîrê li xelkê Rojhilatê Kurdistanê bike?

Ew destêwerdana Îranê ya li herêmê ji ber îdeolojiya wê tê. Îdeolojiya serdest wê yekê li ser Îranê ferz dike. Di dema Xumeynî de piştî têkçûna rejima şah, wan biryar stend ku îdeolojiya Rejima Îslamî ya Îranê bibin ji derveyî Îranê jî. Hîn ji wê demê ve wan biryareke bi vî rengî stendibû. Bi taybetî li wan welatên misilman destêwerdanên siyasî û leşkerî dikin. Dixwazin ji wê guhertînê û wê qeyranê îstîfade bikin.

Dixwazin nifûza xwe bêhtir û xurttir bikin. Heta niha di wê fikra xwe jî de muaffak bûne. Niha Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, Sûriyê, Lûbnanê, Yemenê nifûza xwe zêde kiriye. Li van welatan bûye xwedî hêz. Li hin welatên din jî de bi karê terorê re radibe û rûdinê. Li Welatên Kendavê jî bi vî karî re radibe û rûdine. Weke Erebîstana Siûdî, Îmarat û cihên din, li dû duristkirina qeyrana ye. Li Amerîkayê û Ewropayê jî vî karî dike. Bîra mezheba şîe belav dike.

Li gor zanyarî û nûçeyên herî dawî belavbûne amaje li ser wê yekê heye ku destê Xamaney jî di bûyera 11 Îlonê Amerîkayê de hebû. Îran van destêwardanan weke karekî şîayetiyê dizane û vî karî dike. Bîr û boçûna wê li ser vê yekê ye. Em wisa dizanin û em di wê baweriyê de ne ku heta Îran hebe ew ê, şer, qeyran, mirin, teror, birçîtî, koçberî li Rojhilata Navîn berdewam bike û li welatên Rojava jî girift û arîşe zêdetir bibin.

Amaje li ser wê yekê heye ku Îran ji aliyê hin partiyan destêwerdana siyasî ûleşkerî li Kurdistanê dike û dijayetiya proseya serxwebûna Herema Kurdistanê dike. Eger di siberojê de Îran yekser mudahaleyî Kurdistanêbike, hûnê li hember vê dijayetiya Îranê helwesteke çawa nîşan bidin?

Îran tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî mafê kurda ye. Heta ku ji destê wê tê arîşe û probleman saz dike. Li Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî niha behsa referandûmê û serxwebûnê tê kirin. Heta ku ji destê wan tê hewl didin rê li ber wê yekê bigrin da ku ew prose têk biçe û kurd muaffak nebin. Heta em di wê baweriyê de ne, eger referandûm jî bêkirin û serxwebûn jî bê ragihandin ew ê Îran hewl bide da ku ew prose bi sernekeve û têk biçe.

Em li dijî her hewldan û destêwerdana Îranê ne. Ne bi tenê li dijî helwestên Îranê yên li ser xelkê Rojhilat em li dijî her destêwerdana wan a siyaseta kurd in. Her wiha em dijî û têkbirina berjwendiyên kurda ne. Em li hember hewldanên Îranê yên li herêmê xwedî helwest in. Em destkeftî û berjewendiyên hemû xelkê Kurdistanê diparêzin.

Demeke dirêj e yekgirtina partiyên Rojhilatê Kurdistanê di rojevê de ye. Gelo ew prose hêj di berdewam dike an na? Mimkun e ku bereyeke partiyên kurd ên Rojhilat pêk were?

Li ser parastina mafê gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê di nava partiyên kurd ê Rojhilatê Kurdistanê de arîşe tune ye. Em hemû partiyên kurd hevdeng in ku Îran dijayetiya kurdan dike mafê kurdan bin pê dike. Fişarê tîne ser gelê kurd. Zulmê li gelê kurd dike. Li ser vê xalê problem tune ye. Di navbera me de diyalog heye li ser hin xalan danûstendin heye. Hin caran hevkarî heye. Rast e belkî niha di navbera me de bereyek û yekgirtînek pêk nehatiye lê hevgirtinek heye. Di hin meseleyan de eya hev em hevkariya hev jî dikin.

Ew hevgirtina we mimkûn e bibe bereyeke partiyên Rojhilatê Kurdistanê?

Erê mimkûn e bereyek di navbera van partiyên Rojhilatê de pêk were. Di navbera me û Komela Şoreşgerên Zahmetkêşên Kurdistana Îranê de hevpeymaniyek heye. Li ser gelek xalan em bi hev re tevdigerin. Belkî di siberojê de ev hevgirtin ligel hizbên din ê Rojhilatê Kurdistanê jî pêk were. 

Gelo beriya şandina Pêşmergeyan bo Rojhilatê û beriya xebata çekdarî we yekgirtinek ava bikira ew ê we bihêztir nekira?

Min di destpêkê jî de got. Em yekser şerê Îranê nakin. Me negotiye em ê dest bi şerê çekdarî bikin. Em ê Pêşmergeyên xwe bişînin nav Rojhilatê Kurdistanê. Ew ê bikevin nava xelkê. Ev proseya xebatê ye. Eger dema wê hat jî ew ê parastina xwe û xelkê Rojhilatê jî bikin. Li aliyê din nabe ku em karê xwe bernameya xwe rawestînin da ku li gel ew hizbên ku ji Partiya Demokrata Kurdistana Îranê cuda bûne dîsa beşdarî nava wê bibin. Em ê karê xwe berdewam bikin. Ew ê jî karê xwe bidomînin û siyaseta xwe ya dijî Îranê bidomînin. Bêguman ew ê siyaseta wan jî tesîrê li ser Îranê bike. Heta ku dema wê hat biraderên ku ji me veqetiyane û hizbeke din avakirine ew ê dîsa vegerin binemala Partiya Demokrata Kurdistana Îranê. Ew ê herdu prose bi hevre berdewam bike. Nabe em proseyekê bisekînin û yekê rawestînin. Eger em wê bikin ew ê pêşvebirina xebatan raweste.

Herî dawî kengî danûstendin û diyalog li ser yekgirtina bereyekê hat kirin?

Ew karê me her tim berdewam dike. Em gelek caran li hev kom bûne. Me ew prose ranewestandiye. Demekê behsa kombûna Kongreya Netewî hat kirin. Cenabê kak Mesûd Barzanî banga wê kiribû. Weke partiyên Rojhilatê Kurdistanê em li hev kom bûn. Me gotûbej li ser wê yekê dikir ku ka em di kongrê de çi bêjin helwesteke çawa nîşan bidin? Em di hilbijartinên Îranê de çi biryarê bistînin? Bi giştî em li ser meseleyên Rojhilat û Îranê axivîn. Hizbên kurd ê li Îranê hatin. Me diyalogek baş bi hevre daniye.

Li Rêveberiya Herêma Kurdistanê proseya serxwebûnê destpêkiriye. Têçaverêkirin ku di payîzê de referandûm birêve biçe. Hûn vê proseya serxwebûnê Başûrê Kurdistanê çawa şîrove dikin?

Herdem dema serxwebûna Kurdistanê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî bêyî îradeya gelê kurd Kurdistan hatiye dabeşkirin. Em li her çar parçeyên Kurdistanê piştevaniya serxwebûna gelê kurd dikin. Divê Kurdistan yekgirtî be. Mafê gelê kurd heye serbixwe be. Hewce ye siyaseteke wisa bê birêvebirin ku welatên Rojava ji wê ra amade bin û razî bin. Her wiha welatên cîran jî îhtîramê bigrin. Îran ji serxwebûna Kurdistanê re niha razî nîne. Îran bi destê xwe nebe jî bi destê Iraqê ew ê arîşe û giriftan saz bike bo Kurdistanê.

Niha li Herêma Kurdistanê  qeyraneke siyasî heye. Ji bo ku ev qeyran çareser bibe we danûstendin bi tu aliyan re kiriye gelo?

Li gel Tevgera Goran, ligel PDK’ê û ligel hemû hizbên din ê Kurdistanê danûstendin û diyaloga me heye. Niha li Hikûmeta Herêma Kurdistanê qeyranek heye. Em naxwazin qiseyan li ser arîşeyên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê bikin. Divê ew bi xwe çareser bikin. Dema em li kombûnekê hevdu dibînin em qiseyên çêbûnbar ji wan re dikin. Li ser xalên hevbeş dikarin yeksazaniyekê ava bikin. Xalên niştîmanî yên hevbeş hene. Berjewendiyên niştîmanî yên hevbeş hene. Dikarin li ser wan yekgirtinekê pêk bînin û qeyranên heyî çareser bikin. Eger ew qeyran çareser nebin hewldanên din pêk werina da ku hin qeyranên din jî pêk werin. Demildest ew kêşe û girift çareser bibin ew ê îstîkrarek pêk were.

Danûstendina we bi PKK’ê re çawa ye? Diyalog di navbera we û PKK’ê de heye?

Danûstendinên me bi PKK’ê jî re baş in. Hat û çûn di navbera me û PKK’ê jî de heye. Diyalaga me bi wan jî re baş e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin