Hicrî: ”Dev ji xîyanetê berdin, nebin darê destê rêjîma îslamî”

Hicrî: ”Dev ji xîyanetê berdin, nebin darê destê rêjîma îslamî”

Eger pasdar û besîcên kurd tevlî şer nebin Pêşmerge dijminahiya wan nake

A+A-

Sekreterê Giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî, li ser şerê vê dawiyê yê pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de peyamek belav kir. Hicrî di peyama xwe de rêjîma Îranê wek “DAIŞa Şîe” bi nav kir û diyar kir ku ew dê li ser xebata xwe berdewam bin û dixwazin xebata “şar û şax” (çiya û bajar) bikin yek.

Li gor nûçeya Sasan Tofîq ya BasNewsê; Sekreterê Giştî yê PDKÎ di peyama xwe de bang li wan milîs û pasdarên kurd jî ku li dijî hêzên Rojhilatî şer dikin û gotîye, hin dereng nebûye çeka xiyanetê berdin û tevlî refên xebata netewî bibin, eger vê yekê jî nikarin xwe bidin aliyekî û nebin darê destê rêjîma îslamî; eger pasdar û besîcên kurd tevlî şer nebin Pêşmerge dijminahiya wan nake lê eger li ser dijminatiya Pêşmerge û gelê kurd berdewam bin wê çaxê, zû yan dereng, dê bên cezakirin.

Di şerê vê dawiyê yê navbera hêzên Rojhilatî û pasdarên Îranê de, ku li nêzîkî bajarê Şino qewimîbû, komek pasdarên kurd jî beşdar bibûn ku hinek ji wan hatibûn kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin