Hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hewla tirsandina xelkê didin

Hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hewla tirsandina xelkê didin

.

A+A-

Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, roja Şemiyê Supaya Pasdarên Îranê ji bo tirsandina xelkê li kolanan nav bajêr bi wesayitên zirxî geriyan.

Supaya Pasdarên Îranê li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî xalên kontrolê danîn. Şeva Înê hêzên ewlehiyê yên Îranê li taxa Mele Şêx a Serdeştê 2 birayên biçûk birîndar kirin. Yek ji zarokên birîndar, birayê mezin ê 11 salî ji serê xwe bi guleyê birîndar bûye lê malbata zarok ji tirsa Supaya Pasdarên Îranê newêrin bibin nexweşxaneyê.

Li Pîranşarê jî hêzên ewlehiyê yên Îranê bi ser mala welatiyekî de girtin, mal bi temamî hilweşandin û zerar dan otomobîla wî. Parlamenterê Mihabadê Celal Mehmûdzade li Parlamentoya Îranê nerazîbûn nîşanî vê yekê da û anî rojeva parlamentoyê.

Parlamenterê Mihabadê Celal Mehmûdzade di axaftina xwe ya Parlamentoya Îranê de got, “Dagirkirin û ewlekariya bajarên Kurdan Mihabad jî di nav de, girtinên kêfî, bi şev serdegirtinên malan û zerardana otomobîlên xelkê, dirûşmên li ser dîwarên malên gel hatine nivîsandin, atmosferekî tirsnak e.”

Mehmûdzade di Parlamentoya Îranê de bi tundî rexne li danîna xalên kontrolê yên hêzên ewlehiyê li bajarên Kurdan û destdanîna ser alavên kesane yên xelkê girt.

Celal Mehmûdzade her wiha ji Wezîrê Navxwe yê Îranê xwest ku dawî li vê rewşê bîne.

Li aliyê din zanayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê jî kom bi kom piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderan diyar kirin û bang li hikûmetê kirin ku guh bide daxwazên xelkê.

Zanayên olî dibêjin, “Wek li cihên din ên Îranê li Kurdistanê jî xwepêşandanên vê dawiyê, berhema dehsalan a zulm û neheqî, nebûna serweriya yasa û dabeşkirina hevwelatiyan li ser grûp û çînên cuda ne. Em wesayîtên leşkerî, êrîşên li dijî mal û wesayîtên xelkê bi tundî şermezar dikin.”

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê roja xwe ya 74an li pey xwe hîşt, duh danê êvarê jî li bajarê Meşhedê xwepêşandan berdewam kirin.

Di axaftina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya ji raya giştî re welatiyek qêriya û got, “Bisekine, dev ji paşverûtiyê berde, karê îro ji bo sibe re nehêle, dawiyê li gendeliyê bîne.” Reîsî ew welatî paşguh kir û gotinên xwe yên berê dubare kirin û destnîşan kir ku xwepêşandan ji derve têne rêvebirin.

Di nûçeyeke roja Şemiyê de, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî jî careke din xwepêşander wek "serhildêr û kirêgirtiyên biyaniyan" bi nav kir û banga li hêzên Besîc kir ku dawî li xwepêşandanan bînin.

Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bûne sedema gelek qurbaniyan, di xwepêşandanên Bokanê de jî gelek kesan  canê xwe ji dest dan û xelk di her merasîma cenazeyê de dirûşmên tolhildanê bilind dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin