Hêzên Îranê li Nexedeyê 60 ciwanên Kurd desteser kirin

Hêzên Îranê li Nexedeyê 60 ciwanên Kurd desteser kirin

.

A+A-

Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê ciwan û xortên Kurd desteser kirin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, li bajarokê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê di nava sê rojên borî de zêdetirî 60 ciwan û xortên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, hêzên nêzikî hikûmeta Îranê û hêzên ewlehiyê yên Îranê bi cil û bergên Kurdî çûne nav xwepêşanderan û hejmarek ji wan kesên ku beşdarî xwepêşandanên wî bajarî bûne nas kirine û piştre malên wan diyar kirine û desteser kirine lê kesên ku beşdarî xwepêşandanê nebûne jî hatine desteserkirin.

Li gorî welatiyên bajarê Nexdeyê, hêzên ewlehiyê bi cilên sivîl li bajêr û taxan disekinin û ciwanên Kurd ên ku bi şev li derve ne, digirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin