Hêzên Îranê di salekê de 79 kolber kuştine

Hêzên Îranê di salekê de 79 kolber kuştine

Li gorî daxuyanîya HENGAWê di salekê de hêzên Îranê 79 kolber kuştine û 170 kolber jî birîndar kirine.

A+A-

Rêxistina Mafê Mirovan a HENGAWê di derbarê kolberên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya xwe de rêxistinê dîyar kir ku tenê di meha Tîrmehê de 20 kolber hatibe kuştin û birîndar kirin.

Rêxistinê dîyar kir di salekê de 79 kolber jîyana xwe ji dest dane. 170 kolber jî birîndar bûne.

Rojên borî li ser tora medyayî twitterê bi hashtaga “kolberan nekujin” vebû û di demeke kin de ket rojeva Îranê.

Berpirsên Îranê car caran di derheqê nekuştina kolberan de daxuyanî bidin jî kuştina kolberan berdewan dike.

Piştî qetilkirina herdu birayên kolber yên ji bajarê Mêrivanê, yên bi navê  Ferhad Hûsrevî û Azad Hûsrevî, Cîgirê yekemîn ye Serokomarê Îranê Îshak Cîhangirî gotibû ev bûyer wîjdana berpisan û civakê birîn dike.

Serokê Îranê Ayetullah Elî Humeynî jî dîyar kiribû, divê mişextvanîyên mezin bên rawestandin kolberên xwedî bar divê neyên mudaxale kirin.

Heta niha qetil kirina kolberan li Rojhilatê Kurdistanê devam dike û aktivîstên piştgirî didin kolberan jî tên siza dan.

Hêjayê gotinê ye rojên borî hin aktivîstên sivîl bi sedema piştgirî dane kolberan 30 meh sizaya hepsî jê hatibû birîn

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin