Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi dehan çalakvanên siyasî, civakî û medyayî girtin

Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi dehan çalakvanên siyasî, civakî û medyayî girtin

.

A+A-

Hêzên ewlehiyê yên Îranê roja Pêncşemê di nav xwepêşandanên seranserî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan çalakvanên siyasî, civakî û medyayî girtine.

Ji çalakvanên mafên jinan li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, Jîna Moderês Kerejî, Evîn Rastî li Merîvanê, Leyla Salihî li Bîcarê, Feranek Refiî, Baran Seîdî, Mehrû Hîdayetî, Azade Cemaetî,  Bihar Zengîbend, Geşîn Mihemediyan, Rêzan Ehmedî û Mensûre Mûsewî li Meşheda Îranê hatine girtin.

Li gorî raportên ku belav bûne, çalakvanê siyasî yê reformxwazan Mihemed Riza Celalpûr û her wiha Ruhilla Nexfî, Zehra Tohîdî û Elî Riza Xoşbext jî hatine girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku çendîn xwendekarên zankoyên Meşhed, Tehran û Babolê jî hatine girtin.

Hat destnîşankirin ku nûçegîhana rojnameya Şerqê Nîlufer Hamêdî jî hatiye girtin ku li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê rewşa Jîna Emînî dişopand û çend raport li ser belav kiribûn. Her wiha wênegireke medyayî ya bi navê Yelda Moîrî jî hatiye girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li ser kesên ku di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin gotibû, “Di çar rojên borî de zêdetirî 600 welatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin ku cihê zêdetirî 100 kesan hatine diyarkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin