Hêzên Amerîkî piştî 2 salan derbasî gundekî Til Temirê bûn

Hêzên Amerîkî piştî 2 salan derbasî gundekî Til Temirê bûn

.

A+A-

Hêzên Amerîkî li nav gundê Derdarê yê li bakurê Til Temir dewriyek pêk anîn. Ji sala 2019an ve, ev yekem car e, hêzên Amerîkî li wê navçeyê digerin.

Ev hêz ji binkeya serbazî ya Til Beyder, nêzîkê 40 kîlometreyan li başûrê Dirbêsiyê di jêr pasevanî û çavdêriya helîkopteran de derketibûn û ber bi gundewarên Til Temirê birê ketibûn.

Gundê li ser xêza cudakar

Gundê Derdara ku hêzên Amerîkî gihiştine nav, li ser xêza cudakar di navbera hêzên HSD û hikûmeta Sûriyê ji aliyekî û hêzên Tirkiye û opozisyona Sûriyê ji aliyekî din ve ye.

Ew gund çendîn caran ji aliyê hêzên Tirkiye û grûpên çekdar ve hatiye topbarankirin, lewma çavdêr û şopînerên rewşa siyasî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tevgera hêzên Amerîkî li vê navçeyê bi rikaberî û milmilaniya hêzên navdewletî ve girêdidin.

`Amerîkî poşman bûn`

Ferîd Sadûn, Şîrovekarê siyasî, dibêje, “Milmilaneya sereke li vê herêmê di navbera Rûs û Amerîkiyan de ye, yên din jî hûrgilî ne. Dema nakokî zêde dibin, Amerîkî dibînin ku wan biryareke şaş dane ji vekişînê ji hinek deveran. Niha poşmaniyek li cem wan çêbûye ku Sûriye bi temamî bikeve destê Rûsan. Sûriye wek kaxezekê sereke ye di navbera wan de, di demekê de ku nakokiyên mezin di navbera Amerîka û Rûsyayê de hene. Lewma Amerîkî dixwazin vegerin û xwe ispat bikin û bêjin ew li vê herêmê ne û fişarê li Rûsyayê bikin.”

Vekişîna hêzên Amerîkî

Di Cotmeha sala 2019an de, li ser biryara Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, hêzên wî welatî ji navçeyên Kobanî heta Til Temirê vekişiyan. Di encam de, hêzên Tirkiyê û opozisyona Sûriyê herdu herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin