Hêzên Amerîkî li tevahiya Iraqê belav dibin

Hêzên Amerîkî li tevahiya Iraqê belav dibin

Îro (2.12.2017) Hevpeymana Navdewletî, gotarek derbarê leşkerên Emerîkî yên li Iraqê de weşand. Hate gotin ku "Ew amadekariyek e ji bo qonaxa dahatî û rêgirtin e li pêşiya nakokiyan li sînorên parêzgeha Kerkûkê û Xurmatû."

A+A-

Berdevkê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê Rayan Dîlin got: "Çûna hêzên Amerîkayê di çarçoveya hêzên Hevpeymana Navdewletî de ji bo serbazgeha K1 li Kerkûkê, bi hevrêzî bû ligel hêzên Iraqî û hevpeymana navdewletî wê ji nû ve hêzên xwe li tevahiya navçeyên Iraqê belav bike".

 

Dillon her wiha anî ziman ku, armanca bicihbûna leşkerên Amerîkî li van herêman ew e ku li van herêman pêşî li gengeşeyan were girtin.

Leşkerê Emerîkî ku 40 wesayîtên zirxî li Kerkûkê bicih bûbûn îro jî komek leşkerên Amerîkî hatin, li navçeya Xurmatû bicihbûn.

Weke tê zanîn Emerîka, li ser binpêkirina mafên kurdên li Kerkûk û Xûrmatûyê daxuyaniyek dabû û milîsên Heşdî Şeabî jî hişyar kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin