Hêzeke amerîkî vegerîya Rojavayê Kurdistanê

Hêzeke amerîkî vegerîya Rojavayê Kurdistanê

Hêzêke leşkerî ya Amerîkayê vegerîya Rojavayê Kurdistanê. Li gor zanyarîyên peyamnêra Rûdawê ew hêza amerîkî li Rîmelanê bicih bûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hêzêke leşkerî ya Amerîkayê vegerîya Rojavayê Kurdistanê. Li gor zanyarîyên peyamnêra Rûdawê ew hêza amerîkî li Rîmelanê bicih bûye.

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero aşkere kir ku îro karwanekî leşkerî yê hêzên amerîkî ku ji 13 wesayîtan pêk dihat îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Rengîn Şero ragihand ku ew hêza amerîkî li herêma Rîmelanê ku 1322 bîrên petrolê li wê deverê hene, bicih bûye.

Herwiha Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li Dêre Zorê ku kêlgehên stratejîk ên weke Ammar, Telef û Conoco lê hene, zêde bike.

Herwiha ji sedî 45ê gaza sirûştî ya Sûrîyê jî ji wan deveran tê derxistin ku niha Amerîka pêgiha xwe li wan deveran bihêz dike û Amerîka navxwaze ev dever bikevin bin kontrola Rûsya û rejîma Sûrîyê.

Ev vegera leşkerên Amerîkî bo Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku berî du rojan ragihandibû ku ew dê hejmareke serbazên xwe ji bo parastina bîrên petrolê li Rojavayê Kurdistanê bihêlin û gotibû ku dema wê hatiye Kurd li deverên petrolê bicih bibin.

Li alîyê din li gor medya amerîkî, rêveberîya Amerîkayê amadekarîyan dike ku li gel hejmareke zêde ya çekên giran û 30 tankên Abrams, 500 leşkeran bişîne bakur rojhilatê Sûrîyê bo parastina bîrên petrolê.

Berpirsekî pilebilind ji Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Newsweeka amerîkî re ragihandibû ku wan plana xwe ya şandina serbazan li gel tankên Abrams pêşkêşî Koşka Spî kirine û li bendê ne ku bê erêkirin. Ew bîrên petrolê yên li baku rojhilatê Sûriyê niha di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk  (HSD) de ne.

Rûsya ku piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina leşkerên Amerîkî, leşkerên xwe li gelek bajar, bajarok û gundewarên Rojavayê Kurdistanê belav kirine, li dijî wê plana Amerîkayê ya hiştina hejmareke serbazan ji bo parastina bîrên petrolê li Sûrîyê ye.

Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov, derbarê vê biryara Amerîkayê ya derbarê bîrên petrolê li Sûrîyê, weke ‘dagirkerî bi nav kiribû û gotibû ev binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin