Hêzeke Amerîkayê derbasî nav zîndana Sînaa ya Hesekê bû

Hêzeke Amerîkayê derbasî nav zîndana Sînaa ya Hesekê bû

.

A+A-

 Hêzeke Amerîkî bi panzerên Bradley û çavdêriya helîkopteran derbasî nav zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê bû.

Hêzên Amerîka karwanekî serbazî bi erebeyên Bradley li nav avahî û beşên zindana Sînaa li taxa Xiwêran a bajarê Hesekî û taxên derdora wê digerin. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî, li nav kavilên avahiyên zindanê bi erkê parastinê radibin. Di heman demê de, Helîkopterên Artêşa Amerîkî jî li asmanê navçeyê digerin û beşdarî vê gera hêzên Amerîka li navçeyê dibin.

Li aliyê din li hin taxên bajarê Hesekê, bi taybet jî, taxên derdora zindanê, hêzên Amerakî rawestiyane û  li ser rûyê erdê rewşê dişopînîn.

Dr. Zara Salih, şîrovekarê siyasî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ku êrîşa bo ser zindanê ne tenê nameyek bû ji bo HSD, lewma Amerîka dê hêzên xwe di vê derbarê de zêde bike.

Şîrovekarê siyasî Dr. Zara Salih dibêje “Piştî êrişên li ser zindana Sînaa bêguman dê Amerîka hêzên xwe û hebûna xwe li deverê xurttir bike. Ji ber ku ev ne tenê nameyek bû Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk, di serî de ji bo Amerîkayê nameyek bû. û ew welatên peywendîdar ên mîna Rûsyayê ku çavên wê li deverê ye, xwest bide diyarkirin ku Amerîka nikare wê deverê biparêze, pêwîste rejîm bikeve wê deverê. Ji xwe Tirkiye jî wek dewleteke herêmê nameyek bi riya îstixbaratên wê çi di nav Hêzên Sûriya Demokrat de, çi jî di nav DAIŞê de ku ji Amerîka û deverê re dibêje divê para wê hebe di nav çareseriyê de.”

Salih her weha got, pêwîst e Amerîka hem di warê teknîkî de, û hem jî di warê siyasî de guhdaneke zêdetir bide parastina zindanên çekdarên DAIŞê.

Dr. Zara Salih ragihand “Pêwîst e Amerîka vê pirsgirêkê bi şeweyekî nû çareser bike. Parastina van zindanan divê bikeve warekî din. Ya sereke divê ev zindan ji nav xelkên sivîl derkevin

Ji bo derveyî bajaran. Ji aliyê Amerîk û hêzên navdewletî ve teknolojiyeke nû bê bikaranîn. Amerîka ev tecrûba wê yên parastinê hene wek zindana Guantanamo ku karibin vê pirsgirêkê çareser bikin. Li ber vê yekê jî Amerîka fişarê bike ku ev welatên Ewropî hemwelatiyên xwe vegerinin.

Êrîşa Çekdarên DAIŞê bo ser zindana Hesekê û kontrolkirina zindanê û revandina hejmarek mîr û çekdar ku heta niha bi hûrî hejmara wan nehatiye naskirin, bûbû cihê rexnegirtinê li hêzên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin