Heyeta Platforma Zimanê Kurdî serdana Şaredariya Mêrdînê kir

Heyeta Platforma Zimanê Kurdî serdana Şaredariya Mêrdînê kir

Heyeta Platforma Zimanê Kurdî duh (sêşem) serdana Şaradariya Bajarê Mezin a Mêrdinê û Şaredariya Qoserê kir

A+A-

Heyeta Platforma Zimanê Kurdî duh (sêşemê) serdana Şaradariya Bajarê Mezin a Mêrdinê  û  Şaredariya Qoserê kir

Heyeta platformê ji berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî, Vahit Aba, endamên rêveberiyê Sedat Dogan û Devrim Malgaz pekhatî bû

Heyetê peşî bi Serokê Şaredariya Bajarê mezin a Mêrdînê  Ahmed Turk re  hevdîtin pêk anî û li ser navê heyatê Şerefxan Cizîrî axivî û got:
“Birêz Ahmed Turk di seri de em we pîroz dikin û di wezîfeya we de serkeftin ji bo we niyaz dikin. Daxwaza me ya sereke  ji we ew e ku hûn  xebatkarên xwe ji nava kesên kurdîaxêv hilbijêrin. Mêrdîn bajarekî Kurdîstanê ye, her çiqas di binyada xwe de bawerî û zimanên cihê bihewîne jî piraniya gelê vê herêmê  Kurd û kurdîaxêv in. Ev yek jî vêya dide nîşan ku divê di sazî û şaredariyan de jî êdî zimanê axaftinê her Kurdî be”.

Piştî dawî li hevdîtina bi Ahmed Tûrk re hat heyetê berê xwe da navçeya Qosera Mêrdînê.

 Heyetê li qoserê jî, ji Seroka Şaredariyê Nilüfer Elik Yılmaz re bi heman şêweyê fikr û ramanên xwe yên di derbarê ziman de diyar kir.

Piştî hevdîtinê heyetê ragihand ku, serokên her du şarederiyan jî bi germî pêşwazîya wê kirine û hestiyarîya wê ya di derbarê vê mijarê de pejirandine,  lê zêde kirine ku, ew ê  jî ji niha û pê ve hîn hestiyartir li vê meseleyê binêrin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum