Heyeta PAKê Li Dihokê û Şêxan Seredana PDKyê Kir

Heyeta PAKê Li Dihokê û Şêxan Seredana PDKyê Kir

Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya roja 09.03.2017an, li Dihokê seredana Liqa 1 a PDKyê û li Şêxan jî seredana Liqa 20 a PDKyê kirin.

A+A-

Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya roja 09.03.2017an, li Dihokê seredana Liqa 1 a PDKyê û li Şêxan jî seredana Liqa 20 a PDKyê kirin.

Heyeta PAKê li Liqa 1 a PDKyê ji alîyê berpirsê nû yê Liqê rêzdar Serbest Tirwanişî û rêveberên Liqê, li Liqa 20 a PDKyê jî ji alîyê berpirsê nû yê Liqê rêzdar Mehmûd Haşim Lîyaz û rêveberên Liqê ve hate pêşewazî kirin.

Heyeta PAKê ji bo wazîfeya wan ya nû rêzdaran Serbest Tirwanişî û Mehmûd Haşim Lîyaz pîroz kirin.

Rêzdaran Serbest Tirwanişî û Mehmûd Haşim Lîyaz û rêveberên Liqa 1 û Liqa 20 bi pêşewazîyeke germ û dostane spasîya heyeta PAKê kirin.

Di herdu hevdîtinan de jî di derbarê peywendîyên herdu partîyan û rûdanên li her çar perçeyên Kurdistanê de herdu alîyan bîr û rayên xwe anîn ziman.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin