Heyeta PAKê digel Fadil Mîranî civiya

Heyeta PAKê digel Fadil Mîranî civiya

Heyeta PAKê ligel Sekreterê Giştî yê Mekteb Sîyasî ya PDK yê Fadil Mîranî hevdîtinek pêk anî.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik ligel Cîgirê Seroke Giştî yê PAKê Rêzdar Kasım Ergün û endamê Komîteya Birevebiriya Navendî û nûnerê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Rêzdar Orhan Kaya roja 04.06.2018an li Pîrmamê, ligel Sekreterê Giştî yê Mekteb Siyasî ya PDK yê Rêzdar Fadil Mîranî hevdîtinek pêk anî.


Heyeta PAKê, ji aliyê Sekreterê Giştî yê Mekteb Sîyasî ya PDK yê Rêzdar Fadil Mîranî , endamê Mekteb Siyasî Rêzdar Remzî Şaban û endamê Eleqeta Derve Rêzdar Nîzar Botanî ve hate pêşewazîkirin.


Di hevdîtina heyeta PAKê û ya Mekteb Siyasî ya PDKê de, pêşdebirina peywendiyên herdu partiyan, rewşa bakur û başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê hate guftûgokirin.


Hevdîtina herdu partiyan ji bo pêşdebirina peywendiyên herdu partiyan bi awayekî berhemdar derbas bû. 

pak-2-004.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin