Heyeta HDPyê serdana Kiliçdaroglû, Serokê CHPyê kiriye

Heyeta HDPyê serdana Kiliçdaroglû, Serokê CHPyê kiriye

Di hevdîtinê de behsa biryara tayînkirina qeyûman, destûra bingehîn a nû û reforma darazê hatiye nirxandin.

A+A-

Di hevdîtinê de behsa biryara tayînkirina qeyûman, destûra bingehîn a nû û reforma darazê hatiye nirxandin.

Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serdana Kemal Kiçildaroglû, Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) kiriye.

Heyeta HDPyê ji Hevserok Sezaî Temellî, Wekîlê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar, Wekîla Serokê Koma HDPyê ya Meclîsê Fatma Kûrtalan û Alîkarê Hevserokên Giştî Alîcan Onliyî pêk hatiye.

Heyet çûye Navenda Giştî ya CHPyê û li gel Kemal Kiliçdaroglû, Serokê CHPyê kom bûye.

Li gel Kiliçdaroglûyî, Wekîlê Serokê Koma Meclîsê yê CHPyê Engîn Ozkoç, Alîkarê Serokê Giştî Ogûz Kaan Salici û Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak jî beşdarî civînê kirine.

Di hevdîtinê de behsa biryara tayînkirina qeyûman, destûra bingehîn a nû û reforma darazê hatiye nirxandin.

“Lêgerîna çareseriya bi hev re binirx e”

HDPyê derbarê serdanê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye:

“Di nirxandinan de fikreke hevbeş derketiye holê ku tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê derbeyeke siyasî ye. Girîngiya helwesteke hevbeş a bi biryar a ku prensîb û nirxên demokratîk diparêze hatiye diyarkirin. Hatiye diyarkirin ku divê mixalefet di hemû pirsgirêkên girîng ên welêt de bi hev bişêwire û lêgerîna çareseriya bi hev re binirx e.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin