Heyder Şeşo: Nabe ti aliyek rêgiriyê li bangeşeya hilbijartinan li Şingalê bike

Heyder Şeşo: Nabe ti aliyek rêgiriyê li bangeşeya hilbijartinan li Şingalê bike

.

A+A-

Heyder Şeşo got jî: “Ew Erebên li derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne.” 

Serokê Hêza Êzidîxanê Heyder Şeşo ragihand, ji mafê her aliyekî siyasî bengeşeya hilbijartinan li Şingalê bike û nabe ti kesek rêgiriyê lê bike. Heyder Şeşo got jî: “Ew Erebên li derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne.”

Serokê Hêza Êzidîxanê Heyder Şeşo di bangeşeya hilbijartina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li sînorê qezaya Şingalê de gotarek pêşkêş kir û got: Pêwîst bû hêzên ewlehiyê erkên xwe di parastina kandîdan û bangeşeya hilbijartinan de cibicî kiribana, lê mixabin îro hejmarek ji keç û jinên Êzidiyan ku ji aliyê hêzekê ve tên bikaranîn, rêgirî li kandîdên aliyekî siyasî kirin.

Herwiha got: “Bi sedan otomobîlên çekdaran ên bê tabloyên çûnûhatinê li nava Şinaglê diçin û tên. Gelek Erebên derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne û hejmara wan ji Êzidiyan jî zêdetir e.”

Heyder Şeşo gotina xwe arasteyî amadebûyên kampîna bangeşeyê kir û got: Hûn çi wek PDKê û çi wek pêkhateya Êzidî divê di erkên xwe yên partîtî û olî de kêmtir xem nebin. Li her cihekî cîhanê yasa rê nade ku rêgirî li kandîdan û aliyên siyasî di dema bangeşeya hilbijartinan were kirin, ji ber wê niha dema wê ku hûn xwedî helwest bin û biryara xwe bidin.

Ev gotinên Heyder Şeşo di demekê de ye, îro çekdarên PKKê li sînorê qezaya Şingalê rêgirî li kandîdên PDKê kirin û rê neda wan biçin Şerfedîn Şingalê ta ku bangeşeya hilbijartinê bikin.

Di wê derbarê de Kandîda PDKê Viyan Dexîl di konferanseke rojnamevanî de PKK bi hêzeke dagîrker bi nav kir û ragihand, ew ê giliyê li wan hêzên biyanî yên li Şingalê ne vekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin