Heyder Şeşo: Dibe li Şingalê şer derkeve

Heyder Şeşo: Dibe li Şingalê şer derkeve

.

A+A-

Artêşa Iraq bang li YBŞ û Asayişa Êzidxanê kir Şingalê bicîh bihêlin û Fermandarê Hêza Êzidxanê jî derbarê derketina şerekî de hişyariyê dide.

Ew dema ku Artêşa Iraqê daye hêzên ne fermî bo ji Şingalê derkevin îro bidawî tê, lê heta niha jî Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Ku ser bi PKKê ve red dikin, ji Şingalê derkevin.

Fermandarê Hêza Êzidxanê Heyder Şeşo derbarê rewşa bajarê Şingalê de ji Rûdawê re axivî û behsa metirsiya zêdebûna aloziyan li wê navçeyê kir.

Fermandeyê Hêza Êzidxanê hişyariyê ji çêbûn û derketina şer navbera hêzên ser bi PKK û Artêşa Iraqê de dide û bi pêwîst dibîne ku hêzên ne fermî ji şingalê derkevin.

Fermandeyê hêza Êzîdxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand ku eger molet bidawî bê dibe ku Artêa Iraqê hêzê bikar bîne û ew jî dibe sedema çêbûna tevlihevî û şer.

Heyder Şeşo tekez kir ku ew valahiya ewlekarî û îdarî ku niha li Şingalê heye ne di berjewendiya xelkê Şingalê û vegera koçberan de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin