Hewlêr û Bexda li hev kirin!

Hewlêr û Bexda li hev kirin!

Şandekî bilind ê hikûmeta Iraqê li Hewlêrê li gel tîmeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên firokexane, deriyên sînor, bendav û çend pirsekên din, di civînê de ne.

A+A-

Li gor agahiyên Rûdawê; Şandekî bilind ê hikûmeta Iraqê li Hewlêrê li gel tîmeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka firokexane, deriyên sînor, bendav û çend pirseke din, di civînê de ne. Li gorî zanyariyên Rûdawê, derbare vekirina firokexane û deriyên sînor, herdu alî gihiştine rêkeftineke despêkî.

 

Îro danê sibê 15-01-2018, şandeke hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Mehdî Elaq de, ji bo gotûbêjkirina pirsgirêka  firokexane, deriyên sînor, bendavan û hin pirsên din, hatine Hewlêrê.

 

Şanda Iraqê li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, li gel Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî û Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Mewlûd Bawemûrad û berpirsên din ên Kurdistanê re dest bi civînê kirin.

 

Serokê şanda Iraqê Mehdî Elaq ji Rûdawê re ragihand: “Ti pirsgirêkeke me ji bo vekirina geştên navdewletî ya li firokexaneyên Kurdistanê nîne.”

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman derbarê civînê de ragihand: “Li gorî agahiyan aliyan li hev kirine da ku rêvebirina firokexane û deriyên sînor bi hevbeşî be. Encamnameya civînê jî îro dê pêşkeşî Heyder Ebadî bikin. Lê heta niha bi fermî ti belgenameyek nehatiye morkirin û civîn jî berdewam dike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin