Hewlêr: Nabe encamdana serjimêriyê bi armanca siyasî bê kirin

Hewlêr: Nabe encamdana serjimêriyê bi armanca siyasî bê kirin

Biryare îro desteyên amarên herêma Kurdistanê û rêveberiya giştî ya amara Iraqê bicivin û guftûgoyê di derbarê encamdana serjimêriya Iraqê de bikin.

A+A-

Biryare îro desteyên amarên herêma Kurdistanê û rêveberiya giştî ya amara Iraqê bicivin û guftûgoyê di derbarê encamdana serjimêriya Iraqê de bikin.

 

Li gor zanyariyên BasNewsê Serokê Desteya Amara Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed serdana Bexdayê dike û li gel rêveberê giştî yê Amara Iraqê dê bicive.

 

Civîn bo guftûgo kirina derbarê encamdana serjimêriya Iraqê û ew pirsgirêkên vê derbarê de derketine pêş de dê bên kirin.

 

Derbarê encamdana serjimêriyê li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê, hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz kiriye madeya 140 bê bicîhanîn, piştre serjimêrî bê kirin. 

 

Destpêka vê mehê civîna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel wezîrê plandanana Iraqê got, nabe encamdana serjimêriyê bi armanca siyasî bê kirin.

 

Hikûmeta Iraqê biryar daye sala pêş serjimêrî li Iraqê pêkbîne û guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê jî bi wê armancê destpê kiriye.

BASNEWS

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin