Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Hewla Serxwebûnê û Rêxistin-Partî yên Kurdistan!

A+A-

 

Êrîş û dorpêça ser Başûrê Kurdistan; raser, bihêzbûn û  pêşvexistina hêza serxwebûnxwaz ve girêdayî ye.

Pêşî em li hewlên İraq mêze bikin:

İraq; bi zanistî maddeyê 140 bikar neanî û li van deveran referandûm çênekir. ji 2013an û virde, di hewlên dorpêça Kurdistan de ye. Yekem; qutkirina butçe, para çekdarî, mûçeyên karmendan; di despêka 2014 an de destpêkir. Di vê demê de serokwezîrê İraq, Nûrî El Malikî bû.

Malikî bi Qutkirina butçe, mûçe û dahatên Kurdistan re hêzên Dîcle jî ajot ser sengerên Kurdistan û xwest ku bandorek leşkerî jî li ser Kurdistan ava bike.

Di vê demê de DAÎŞ êrîş anî ser Herêmên ku li gor makezagona İraq guftûgo li ser heye. Ev dever, ji Şingal, Musil, deşta Neynewa, Başîka bigire, heta Tilkêf, Zûmar, Kerkuk, Duzxurmato , Xaneqîn hemû di bin ewlekarîya hêzên artêşa İraq de bûn.

Artêşa İraq bê ku van deveran biparêze, bêşer tevli çekên xwe, teslîmî DAÎŞ kir û bipaşde revîya.

DAÎŞ bi vê karesata artêşa İraq xurt bû û bi çekên ku ji artêşa İraq girt, êrîş anî ser Kurdistan. Ev dever yek biyek, bi destê Artêşa Kurdistan (Pêşmerge) hat rizgarkirin.

Bi despêka Êrîşên DAÎŞ re Nûrî El Malikî ji serkar hat destvekişandin û bi piştgirîya Kurdan jî  Haydar Ebadî bû serokwezîr. Divêtîya Heyder Ebadî bi piştgirîya kurdan a siyasî û leşkerî hebû. Heyder Ebadî jî wek Nûrû El Malikî despêkê bi kurdan re têkilî meşand û bi konetî-fêlbazî, nerm tevgerîya û ev piştgirî ji Kurdan girt. Lê piştî rizgarkirina Deşta Neynewa û Musil, hewl û zimanê Heyder Ebadî jî hat guhertin; berbi siyasetek tund ve vegerîya û hewla xwe li hember Kurdistan guhert. Siyaseta İraq a nîjadperestî eşkere derket ber me.

Eynî tiştî em dikarin ji bona despêka Nûrî El Malikî jî bêjin. Ew jî bi salan li Kurdistan wek mêvan maye, bi piştgirîya kurdan li Bexda bûye serokwezîr. Piştî demekê jî dest bi binpêkirina mafê Kurd û Kurdistan yên makezagonî kirîye. Xwestîye ku Kurdan bi birçîbûnê terbîye bike û pêşî li Kurdistan bigire.

Hafiza dîrokî nayê bikaranîn û eynî xeterî her dubare dibin!

Di heman demê de hêjaye ku em li ser têkilîyên hinek partî û kadroyên Başûrê Kurdistan, têkildarên wan yên Bakur û Rojavayê Kurdistan û helwesta wan li henber ajenda serxwebûnê bi Nûrî El Malikî re jî rawestin:

Di dema ku Nûrî El Malikî destdirêjî mafê Kurdan yên makezagonî kir û binpê kir; YNK, Tevgera Goran û Tevgera İslamî-Komel bêtir têkilî bi Nûrî El Malikî re meşandine. Nûrî El Malikî dawetî, Kerkuk, Silêmanî û Halepçe kirine wek ku helwesta Nûrî El Malikî li henber Kurdistan rast bêt nirxandin!

Em werin ser hewlên dema Referandûma ji bona serxwebûna Kurdistan. Ev hêzên ku bi Nûrî El Malikî re di têkilîyên germ de li „çareserîya pirsgirêkan"(!) digerîyan. Ev hêz (beşek ji YNK, Tevgera Goran, Tevgera İslamî-Komel) dijî referandûmê bûn. Ji Bakurê Kurdistan PKK û ji Başûrê Rojavayê Kurdistan jî PYD Dijî serxwebûnê bûn. Di hemû têkilî, helwest û ramanên wan de ev eşkere jî dikirin.

Di dema xwepêşandan û karnewalên ji bona referandûma serxwebûna Kurdistan de; ev hêz li dijî çalakîyên referandûmê bûn û di bin re ketibûn nav hewlên hevpar û bi hêzên İraq re tevdigerîyan ku çawa bikaribin pêşî li referandûmê bigirin. Di nav van hewlan de beşek ji PDK jî cîh girtîye û ev grûb di nav çalakîyên referandûmê de pasîf tevdigerîya ye.

Ev hewla dijî referandûmê bi gelemperî a tevger, partî û rêxistinên Kurdistan bi taybet jî  PKK, PYD jî dinav de bihesibînin; heta beşek ji YNK, Tevgera Goran, Tevgera Îslamî-Komel û hinek ji berjewendîkarên PDK li dijî referandûma serxwebûna Kurdistan û hewlên serxwebûnê bûn. Di virde pir eşkere xuya dike ku partî û hêzên Kurdistan ne amade û ne jî xwedî stratejîyek serxwebûnê ne. Hevalbendên meşandina têkilîyên di nav sîstemên dagirkeran de, bi dû hinek maf û bidestxistinan de ne. Di armancên wan de dewletek Kurd û Kurdistanî cîh nagire.

Ev xwestina serxwebûna Kurdistan a tevgera netewî û kurdistanî ya çarperçên Kurdistan e. Xwestina cemawerî ye. Di vî warî de yên xwedî biryara 25.09.2017 gelê Kurd bi xwe ye û hizbên Kurdistan, burokrasîya hizbî, dewlemend û karmendên bezirganî li henber vê îradê helwest danîne û hurmet jî ji vê îradeya gel re negirtîne, ev îrade ya 25.09.2017an neparastîne.

Ew hêzên ku di destpêkê de dijî referandûm û serxwebûnê bûn, ew bûn alîkar û hemahengi li gel artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî pêkanîn ku; wan bînin bajarên Kurdistanê û bajarên Kurdistanê teslîmî İraq bikin ku serkanê Kurdistan ya serxwebûnxwaz bipaşde gavan bavêje. Bûn alîkarê dorpêça ser Kurdistan ku bandora qeyranên siyasî û darayî xurd bibe di nav gelde û wek girêkek berfê gewre bikin, bigindirînin û bikin asteng ji tevgera netewî a serxwebûnxwaz re. Hewlên çalakî û alozîyên Silêmanî û derdorên wê yek ji vê armancê ne ku tevgera netewî bifetisînin di warê cemawerî de.

Partî û rêxistinên Kurdistan ji îrada gel re yekrêzî negirtine û ev îrade binpê kirine.

Hêza îxanetkar ji vê helwesta hizbî quwet girtîye. Cesaret ji vir girtîye ku bi İraq re, bi peyman û stratejîyên hevpar êrîş bîne ser Kurdistan. Ji ber ku sazî û baregehên komarî(Dewletê) nahatine xurtkirin (ku berpirsiyarê vê jî ew karesatên hizbî û partîzanî ne), bibingehîn di warê jiyanê de, di nav gel de bicîh nebûne; bandora hizbî ji ya dewlet û hikumetê bibandortir derket ber me. Sebeba ku birêz Mesut Barzanî bipaşde gav avêt jî yek ji hebûna vê bandorê bû. Piştî referandûmê helwesta gel baş nehat xwendin û nehat honandin. Gel amadeyî parastina îradeya xwe bû. Bi destê hêz û burokrasîya hizbî pêşî lêhat girtin. Di dagirkirina Kerkuk de gel herikî sengerên şer ku kerkuk biparêze. Mixabin pêşî lêhat girtin. Di warekî hizbî-partîzanî de fetisî û bû sebebê bêhêvîyê ji tevgera serxwebûnxwaz re.

 Sebeb û Selmanên vê pêvajokê ji me re eşkere bûn ku tevgera netewî a serxwebûnxwaz di nav gel de xurt, lê di nav partî û rêxistinên Kurdistan de ne xwedî ramanên stratejîk û bingehîn in.

Hêza partîzanî û berjewendîperest a dijraberî serxwebûnê bi hewlên dakirker û hêzên navnetewî re ketin dorpêçek pêşîlêgirtina dînamîkên serxwebûnxwaz û xwestin ku bêbandor bikin.

Ji dîyaspora Kurd heta Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistan; ev dînamîkên serxwebûnxwaz piştgirî dan hewlên serxwebûnxwaz ku bi serokatîya Birêz Mesutd Barzanî û hevalbendên cenabê wî re.

Mixabin, ev dînamîk bi fen û fûtan ket bin bandorek neyênî. Divê yekem em li ser vê mijarê bibalkêş rawestin û van kêmasîyên ku bûn sebebên 16.10.2017an ji hêza serxwebûnxwaz re zelal bikin û dersê jê bigirin.

Îxanet, mîsyonek liber çav e:

Lê heta ku sebebên îxanetê xwedîdikin di nav tevgera Kurdistan de hebin, wê her îxanet birînê di pêsîra tevgera netewî de veke û bibe sebebê wundakirina destkevtin û jikestinxwarînê. Divê em pêşî; neşterê li van sebebên ku îxanetê dihimînin  bixin ku, carek din îxaneta 16.10.2017an dubare nebe û qeyrana siyasî bidawî were.

29.12.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin