Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di hesabê xwe yê twitterê de, girtina Hevserokên Şaredarîya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir.

A+A-

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, vê êvarê ji aliyê polîsn ve hatin binçavkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsînên arasteyî PKK’ê de der barê hevşaredaran de biryara binçavkirinê hat dayîn.  

Hat ragihand ku xelk li ber avahiya şaredariyê kom bûne û nerzaîbûna xwe nîşan didin. 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di hesabê xwe yê twitterê de, girtina Hevserokên Şaredarîya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir.

Hevserokên Şarederîya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hatine girtin. Em vê birayarê şermezar dikin; divê demildest bêne berdan. 

Serdozgerê Komarê yê Amedê di vê warî de daxuyanîyekê daye: 

basinaciklamasi.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin