Hevserokê MSDê: Welatên Erebî li gel me ne

Hevserokê MSDê: Welatên Erebî li gel me ne

Hevserokê MSDê Rîyad Derar ragihand ku ew dixwazin careke din li gel hikûmeta Sûrîyê dest bi danûstandinan bikin. Derar herwiha got ku helwesta welatên Erebî gelek pêşketî ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hevserokê Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD) Rîyad Derar derbarê kongreya Qahîre-3 ya opozisyona Sûrîyê û danûstandina wan bi hikûmeta Sûrîyê re ji Rûdawê re axivî.

Derar ragihand, ji ber pozbilindîya hikûmeta Sûrîyê, danûstandinên wan rawestîyan û neghiştin ti encamê, û ew dixwazin danûstandin careke din dest pê bikin.

Rîyad Derar aşkere jî kir, ku di civîna li gel Wezîrê Derve yê Misrê de, wan weke Encûmena Sûrîya Demokratîk jê xwestine, ku kongireya Qahîre-3 ya opozisyona Sûrîyê dest pê bike û niha ew di komîteya amedekar ya wê kongreyê de cih digrin û armanca wan ew e, ku alîyên opozisyona Sûrîyê li ser rêbazeke çareserîyê nêzîkî hev bikin.

Hevserokê Encûmena Sûrîya Demokratîk, Rîyad Derar amaje bi danûstandinên li gel rejîmê kir û got, “Bê guman em si rêya danûstandinana bi rêjîmê re ne, me havîna sala 2018an dest bi danûstandinê kir lê rawestîya, ji ber ku rêjîm pozbilind bû û dixwest rewş vegere berî sala 2011an, lewma bê encam bû. Em hizir dikin, danûstandineke nû destpê bike û berhemdar be.”

Rîyad Derar dibêje ew ji alîyê gelek welatan ve hatine vexwendin û radigihîne, “Gerên me yên ji bo Ewropayê jî bi armanc bû, piştî êrîşa dijiminkarane ya Tirkîyê li ser Serê Kanîyê û Girê Spî, gelek welatên Ewropî em vexwendin,  ku berî li otêl û qehewxaneyan pêşwazîya me dikirin, lê niha ji alîyê wezaretên derve ve em têne pêşwazîkirin û ligel wezîrên derve dicivin û em li ser gelek projeyên çareserîyê danûstandinê dikin bi taybet doseya girtîyên DAIŞê û vegerandina malbat û zarokên wan.”

Derbarê helwesta welatên Ereb û herwiha civîna Qahîrê de, Hevserokê MSDê dibêje, “Helwesteke pêşketî ye û ew li kêleka me ne li hember êrîşa Tirkîyê. Em ji bo Qahîre hatin vexwendin û ligel wezîrê derve yê Misirê civîyan û me daxwaz kir kongireya Qahîre-3 were lidarxistin û li ser daxwaza me em ji bo Qahîre hatin vexwendin û em di komîteya amadekar de cih digirin.”

Li hewldanên çareserîyeke sîyasî û dîyaloga di navbera alîyên Sûrî de, Derar dibêje, “Bi rêya wê em dest bi gereke nû ya pêwendîyên sîyasî di navbera Sûrîyan de bikin dibe ku lihevtêgihitinek di navbera opozîsyona Sûrîyê de çi bibe ku em bigihêjin çareserîyekê.”

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin